VÎDEO – Li nav Mûsilê pisîk laşên çekdarên DAIŞê dixwin

14-11-2016
RÛDAW
Termên çekdarên DAIŞê li nav kolanên Mûsilê ketine
Termên çekdarên DAIŞê li nav kolanên Mûsilê ketine
Nîşan Mûsil DAIŞ Term Artêşa Iraqê Pisîk Şerê_DAIŞê
A+ A-

Mûsil (Rûdaw) – Ji ber şer û nebûna madeyên xwarinê li nav bajarê Mûsilê, pisîkek li taxa Sedam a Mûsilê ketiye ser laşê çekdarekî DAIŞê û goştê wî dixwe.

 

Li nav bajarê Mûsilê hêzên iraqî ber bi pêş ve diçin û termên çekdarên DAIŞê jî li cade û kolanan ketine.

 

Li Taxa Tehrîr a bajarê Mûsilê, şer di navbera Artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê de hêj berdewam e û hêj yekalî nebûye.

 

Herwiha li Taxa Sedam jî ku piştî kontrolkirina wê ji aliyê hêzên iraqî ve, navê wê bo Zehra hatiye guhertin, hêj şûnwar û dirûşmên DAIŞê li ser dîwar û bînayan mane.

 

Di encama şer û pevçûnên rojên bihorî de, bi dehan termên çekdarên DAIŞê li kolan û cadeyên taxên rizgarkirî yên Mûsilê ketine.

 

Her çend hin taxên Mûsilê ji aliyê Artêşa Iraqê ve hatine kontrolkirin, lê belê rewşa jiyanê li wan taxên aliyê rojhilatê bajarê Mûsilê gelek zehmet bûye û pêwîstiyên jiyanê û bi taybet av û xwarin li deverê nîne.

 

Ji ber şer û pevçûnan û herwiha nebûna madeyên xwarinê, ajelên weke pisîk ji birsîtiyê ketine ser laşên kuştiyên DAIŞê û goştê wan dixwin.

 

Li Taxa Sedam (Zehra) ya Mûsilê, çendîn termên çekdarên DAIŞê li ser cadeyan tên dîtin, ku weke di vê vîdyoyê de jî derdikeve, pisîkek ketiye ser termê DAIŞiyekî û laşê wî dixwe.

 

Operasyona kontrolkirina Mûsilê jî ku îro derbasî roja xwe ya 25ê bû, berdewam e.

 

Roja 17ê Cotmeha 2016, operasyona Mûsilê bi beşdariya Hêza Pêşmerge, Artêşa Iraqê û bi piştgiriya Amerîka û hevpeymanan dest pê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst