Avahiya Korekê teqandin û karmend revandin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hile ya Iraqê, çekdarên ne nas bi ser baregaha sereke ya kompanya Korek Telecom de girtin û baregah teqanin, 7 karmendên wê jî revandin.

 

Kompanya Korek Telecomê bi daxuyaniyekê ragihand: “Demjimêr 20.20ê şeva Înê 13-10-2017, hejmareke çekdarên ne nas êrîş kirine ser avahiya sereke ya tora peywendiyan a Korek Telecomê ya li bajarê Hileya navenda parêzgeha Babilê. Çekdaran 7 karmendên Korekê revandine û avahî jî teqandine.”

 

Li gorî daxuyaniya Korekê, ji ber teqandina avahiya sereke, tora pêwendiyên Korekê yên li bajarên Hile, Necef, Kerbela, Babil, Dîwaniye û Mûsennayê qut bûye. Ji ber vê yekê ziyaneke madî gihiştiye kompanyayê.

 

Korek Telecom amaje bi wê yekê dike, ku êrîş di dema rêwresma Mûhrrem de pêk hatiye û çekdaran li ber çavê hêzên ewlekariyê û nîştecihên parêzgehê êrîş kirine.

 

Beriya çend rojan Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li dijî Herêma Kurdistanê çend biryareke nû derxist. Yek ji wan biryaran jî ew bû, ku kompanyayên gihandinê yên torên pêwendiyan bikevin bin rikêfa hikûmeta federalî.