Enstîtuya Şer a amerîkî: Li Iraqê herî kêm 3 hezar çekdarên El Qaîde hene
Hewlêr (Rûdaw) – Enstîtuya Xebatên Şer a Amerîka ragihand, li Iraqê herî kêm 3 hezar çekdarên perwerdekirî yên rêxistina El Qaîde heye ku herî kêm 100 ji wan bo êrişên xwekujî amade ne.
Li gorî nûçeya ajansa AP a amerîkî, Enstîtuya Xebatên Şer di rapora xwe ya dawî de behsa zêdebûna endamên rêxistina El Qaîde li Iraqê kiriye û ragihandiye, piştî ku hêzên Amerîka dawiya sala 2011an bi fermî ji Iraqê vekişiyan meydan bo El Qaîde fireh bû û roj bi roj rêxistina han bihêztir bû li Iraqê.
Li gorî rapora enstîtuyê, hikûmeta Nûrî Malikî ku kesekî şîe ye bûye sedema ku El Qaîde di nav sunniyên Iraqê de cihê xwe qehîmtir bike.
Di beşek din a rapora enstîtuya amerîkî de wiha hatiye gotin: “Rêxistin xudiyê şiyaneke mezin a plankirin, perwerde, dabînkirina pêdivî, organîzasyon û hêza êrişê ye û wek hêzek serbazî ji nû ve hat avakirin”.
Li gorî amarên rapora enstîtuya ku navenda wê li Washingtonê ye, rêxistinê kariye di heyama salekê de 8 caran êrişê girtîgehên Iraqê bike û bi sedan endamên xwe rizgar bike û dîsa tevlî refên xwe bike.
Roj nîne rêxistina El Qaîde li Iraqê teqînên xwekujî û êrişên çekdarî li darn exe û ji ber wê jî rojane bi dehan kes di encama wan teqîn û êrişan de can didin û birîndar dibin.
Rêxistina Qaîde wiqasî bihêz bûye ku dikare li devera herî başûr a Iraqê wate li Besra jî êriş û teqînan li dar bixe û bi van teqîn û êrişên xwe hewl dide otorîteya dewletê sist û lawaz bike.
Bihêzbûna El Qaîdê li Iraqê li ser bingeha du sedemên sereke ye: Ji ber şerê Sûriyê û têkçûna kontrola sînoran, milîtanên rêxistinê dikarin bi hêsanî li her du aliyan de tevbigerin û çek û teqemeniyên xwe jî derbas bikin. Ji ber wê vê jî tê gotin, rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê ku wek El Qaîdeya Iraqê tê nasîn, li nav Sûriyê ve û ji aliyê lîderê wê yê bi navê Ebûbekir el Bexdadî ve tê meşandin.
Faktora duyem a ku bûye sedema bihêzbûna El Qaîdê li Iraqê, ew e ku piştî ku li Iraqê hikûmetek şîe hat avakirin sunniyan wisa dîtin ku tên piştguhxistin û ev rewş bû sedema wê ku xwe bidin aliyê El Qaîdê. Ev rewş bi taybet piştî êrişa meha Nîsana îsal a hêzên ewlehiyê li dijî xwepêşandana devera Hewîce ya Kerkûkê zêdetir derket holê.
Rêjeya xeyîdîna sunniyan ji dewletê her ku diçe zêde dibe û ev jî dibe sedema ku têkoşîna li dijî El Qaîde bikeve nav zehmetiyan, ji ber ku dema sunnî ji dewletê hêrs dibin û jê dixeyîdin, derheqê xebat û milîtanên rêxistinê de agahî nadin dewletê.
Li gorî texmînên Enstîtuya Xebatên Şer, niha li Iraqê nêzîkî 3 hezar çekdarên perwerdekirî yên El Qaîde hene ku herî kêm 100 jê bo teqînên xwekujî amade ne.