Li Tileferê jinekê bi carekê 4 zarok anîn dinyayê

14-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tilefer a Mûsilê jinekê bi carekê 4 kur anîn dinyayê. Bijîşkan ragihandin ku rewşa her çar zarokan baş e.

Jineke Iraqî li qezaya Tileferê ya ser bi parêzgeha Mûsilê ve di 13ê Îlona 2022an de li beşa jidayikbûnê ya nexweşxaneya giştî ya Tileferê de 4 zarok anîn dinyayê.

Rayedarên tendirustiyê ji Rûdawê re diyar kirin ku rewşa tendirustiya dayika 35 salî û 4 kurên wê başe û li nexweşxaneyê tên çavdêrîkirin.

Rêveberê Nexweşxaneya Giştî ya Tileferê Dr. Mehfûz Yasîn Mûsa agahî da ku proseya jidayikbûna zarokan normal bûye.

Mûsa ragihand, Dr. Nezahat Davut Silêman bi awayekî serkeftî serpireştiya proseya jidayikbûnê kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst