Serokwezîrê Îraqê: Pêdiviya me bi hêzên biyanî nemaye!

14-08-2023
Nîşan Serokwezîrê Îraqê Muhammed Şiya Sudanî DAIŞ Hêzên Biyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Muhammed Şiya Sudanî got ku pêdiviya wan bi hêzên leşkerî yên biyanî nemaye.

Muhammed Şiya Sudanî, bi fermandarên leşkerî yên Îraqê re civiya û amaje pê kir ku Îraq di pêwendiyên bi Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de gihiştiye asteke pêşketî.

“Hemû cîhan deyndarê Îraqê ye”

Serokwezîrê Îraqê anî zimên ku “Ji ber şerê bi DAIŞê re hemû cîhan deyndarê Îraqê ye” û berdewam kir:

“Armanca DAIŞê ne tenê Îraq, hemû cîhan bû. DAIŞê li hemberî welatên herêmê planeke berfireh amade kiribû.”

DAIŞê sala 2014an Mûsil kontrol kir. Piştre jî hinek beşên parêzgehên Selahedîn, Kerkûk, Diyala û Enbarê kontrol kirin.

Îraqê sala 2017an ragihand ku DAIŞ li Îraqê têk çû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst