Hadî Amirî: Kurdistan û serkirdatiya wê xwedî roleke çalak in

14-08-2022
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Iraq Hadî Amirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li serokê şanda Çarçoveya Hevahengiyê û serokê Hevpeymaniya Feth a Iraqî Hadî Amirî kir. Mesrûr Barzanî tekezî li ser “cîbicîkirina Destûra Iraqê” kir û Hadî Amirî jî diyar kir, “Herêma Kurdistanê û serkirdatiya wê xwedî roleke çalak in di hevkêşeyên siyasî yên Iraqê de.”

Şandeke Çarçoveya Hevahengiyê bi serokatiya Hadî Amirî Serokê Hevpeymaniya Feth a Iraqî îro Yekşembê 14ê Tebaxê serdana Hewlêrê kir û piştî hevdîtian bi Serok Mesûd Barzanî re ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî civiya.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa dawî ya Iraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Derbarê rola Herêma Kurdistanê de, Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî ragihand, “Herêma Kurdistanê u serkirdatiya wê roleke wan a aktîv di hevkêşeyên siyasî yên Iraqê de heye, lewra pêwîst e hemû alî û pêkhateyên Iraqê riya diyalogê bidin pêşiya xwe û hewlên xwe ji bo rizgarkirina Iraqê ji vê rewşa metrisîdar zêdetir bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di hevdîtinê de “piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her cure danûstandinan û diyalogekê nîşan da ku li ser bingeha hevqebulkirinê û bihêzkirina baweriyê di navbera pêkhateyên Iraqê de be.”

Mesrûr Barzanî amaje bi wê jî kir ku “pêkhateyên Iraqê gelek berjewendiyên wan ên hevbeş hene ku dikarin bibin bingeha jihevnêzikbûn û çareserkirina pirsgirêkan.”

Serokwezîr Herêma Kurdistanê tekezî li ser cîbicîkirina Destûra Iraqê kir û got, “Cîbicîkirina Destûrê di berjewendiya hemû pêkhateyan de ye û Iraqê dixe ser riya pêşketin û vejînê.”

Şanda mêvan bi aliyên din re jî hevdîtinan dike

Ji aliyê din ve şanda mêvan li Hewlêrê bi Emîrê Giştî yê Komela Dadgeriya Kurdistanê (Komel) Elî Bapîr re jî civiya.

Derbarê civînê de Elî Bapîr ji Rûdawê re got, "Lîderê Feth ji bo lihevkirineke niştimanî li ser çareserkirina pirsgirêkên Iraqê serdana me jî kir."

Piştî hevdîtinên li Hewlêrê şanda Hevpeymaniya Feth serdana Silêmaniyê kir û li gel Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî jî hevdîtinek pêk anî, lê hêj derbarê hevdîtinê de ti daxuyaniyek nehatiye weşandin.

Krîza siyasî li Iraqê

Iraq di rewşeke hestyar re derbas dibe û krîza siyasî ya li wî welatî her ku diçe kûrtir dibe.

Zêdetirî 10 mehan di ser hilbijartinên giştî yên Iraqê re derbas bûne, lê belê heta niha hikûmeta nû nehatiye avakirin, û serokwezîr û serokkomarê nû nehatine hilbijartin.

Krîza li Iraqê bi taybet piştî destjikarberdana parlamenterên Tevgera Sedr û xwepêşandanên alîgirên wê tevgerê li navçeya Kesk a Bexdayê û kontrolkirina avahiya parlamentoyê bo çend rojan dijwartir bûye.

Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr ku niha ti parlamenterekî wî li parlamentoyê tune ye, daxwaza hilweşandina parlamentoyê û lidarxistina hilbijartinên bilez dike, lê Çarçoveya Hevahengiyê ku bloka grûpên Şîe yên rikeberên Sedr li xwe digre û nêzîkî Îranê ye, wê daxwazê red dike û rijd e li ser avakirina hikûmeta nû.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst