Li Mûsilê 2 mêran 2 xwişk bi keviran kuştin û ew şewitandin

Mûsil (Rûdaw) - Li Mûsilê du zilamên ku xwe wek parêzer nîşan didin, du jinên ku xwişkên hev in jehrî kirine û piştre bi keviran kuştine û li nêzîkî bendava Mûsilê agir berdane laşê wan da ku tawanên xwe veşêrin. Her du tanbar ji aliyê polîsê Neynewayê ve hatin desteserkirin.

Çîroka kuştina her du xwişkan dema ku bi du birayan re zewicîn dest pê kir. Ev zarok ên du jinên ku xwişkên hev in hevjînî digel du birayan kirbûn. Ew du bra dikevin zindanê. Du kesên din ku xwe wek parêzer didin naskirin bi hêceta rizgarkirina hevjînên wan di dema sal û şeş mehan de 240 hezar dolar ji her du xwişkan wergirtin. Ji bo veşartina fêla xwe jehrê dane her du xwişkan  û piştre bi keviran ew dikujin û paşê li nahiya Wankê li ber bendava Mûsilê termên wan dişewitînin.

Dayika du xwişkan Fehîma Ehmed got “Bê guneh li pey hevjînên xwe çûn. Çima ew zilm? Jehrî kirin, şewitandin, li wan dan û kuştin. Van her du feqîran çi kiribûn? Ew gelek baş bûn. Dilê me ji ber van zarokan dişewite. Sêwiyên me jî hene. Mala min ji sêwiyan tijî bû.”

Li gor gotina malbatê bavên van zarokan bi tometa endamên DAIŞê bûn, her yek ji wan bi 20 salan hatin zindankirin û dûr nêz ti peywendiya wan bi DAIŞê re nebûye.

Kurê yek ji wan qurbaniyan Hars Amir ani ziman “Ez mafê dayik û bavê xwe dixwazim. Bavê min ti sûcek nekiriye û hatiye cezakirin. Ez mafê dayîka xwe jî dixwazim. Hemû xelk dizane ku dayika min tiştek nekiriye. Herin ji cîranan pirs bikin, ne dayika min ne jî bavê min tiştek nekirine. Çima bavê min wiha hatiye tawanbarkirin?”

Jinên ku hatine Ayşe Ewad a 44 salî û xwedî 9 zarokan e û xwişka wê Yazî Ewad a 38 salî û xwedî 7 zarokan e.

Xizmên wan dibêjin, ew li benda biryara dadgehê û hikûmetê ne, eger nebe ew dê pirsgirêkê bi rêyên eşîrî çareser bikin.

Serokê eşîra Baelawî Şêx Berq Şemdînî wiha dibêje “Em eşîret in û daxwazên me yên eşîrtiyê hene. Li gorî yasayê em daxwaz ji hikûmetê dikin ku cezaya herî giran bidin wan her du tawanbaran û bêne darizandin.”

Peyamnêrê Rûdawê û çend endamên malbata xwe çûn cihê tawanê li nêzîkî bendava Mûsilê ku hestiyên her du xwişkan lê mane.

Brayê du xwişkên hatine şewitandin Mihemed Ewad got “Ev hestiyên xwişkên min in. Hûn vê yekê qebûl dikin? Li pey hevjînên xwe digeriyan. Ew bê guneh in. Van kesên nexweş û tawanbar ew jehrî kirin û ew her du kiştin û şewitandin û pereyên wan jî birin. Hûn vê yekê qebûl dikin? Gelî mirovan ev hestî ne hestiyên xwişkên min in.”

Polîsê parêzgeha Neynewayê ew her du tawanbaran desteser û li gor madeya 406 a yasaya cezayên Iraqê şandin Dadgeha Tawanan a Bexdayê.