Sedr bo Çarçoveya Hevahengiyê: Bila ji bîra me neçe kê êrîşî ser Hewlêrê kir

14-08-2022
RÛDAW
Nîşan Muqteda Sedr Çarçoveya Hevahengiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Muqteda Sedr îro Yekşemê di peyama xwe ya dawî de ji Çarçoveya Hevahengiyê re got ku hinek siyasetmedar ji xwepêşandanên niha yên alîgirên Sedr re dibêjin "ferzkirina îradeyê" û wan ji bîr kiriye ku piştî ragihandina Hevpeymaniya Rizgariya Niştimanî, “kê mûşek avêtine Hewlêr û Enbarê.”

Salih Mihemed Iraqî yê ku wek Wezîrê Sedr tê naskirin, di peyamekê de ji Çarçoveya Hevahengiyê re got, “Greva wan a piştî ragihandina encamên hilbijartinan di bîra me de ye ku Çarçoveya Hevahengiyê aliyê herî mezin ê têk çûbû.”

Wezîrê Sedr bal kişande ser mûşekbarankirina Hewlêrê piştî ragihandina Hevpeymaniya Rizgariya Niştimanî ku ji PDK, Tevgera Sedr û Tevgera Îmtîdad a aliyên Sune pêk tê.

Salih Mihemed Iraqî anî ziman, “We ji bîr kir ku piştî ragihandina Hevpeymaniya Rizgariya Niştimanî Hewlêr û Enbar hatin mûşekbarankirin? Zehmet e ku we tomarên dengî yên ku bûne bingeha rasteqîn a ferzkirina îradeya bi zor û gefan ji bîr kiribe.”

Salih Mihemed Iraqî her wiha got, “Alîgirên we ne pir in û hûn li dijî gelê xwe şer dikin û gendeliya we dê ti carî berdewam nake.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst