Endamekî partiya Nûrî Malikî bû mesîhî

Hewlêr (Rûdaw) – Kesekî ku xwe weke Endamê Berê yê Polîtburoya Partiya Deiweya Îslamî û hevalê nêzîk ê Serokê wê partiyê Nûrî Malikî dide nasîn, ola xwe guhert û bû mesîhî. Parlementerê Partiya Deiweya Îslamî Resûl Razî jî ragihand, ku ev îdia derew e.

 

Di vîdeoyekê de, ku li medyaya civakî belav bûye, kesekî bi navê Kerîm Ebdulxaliq îdia dike, ku nêzîkî 30 sal Endamê Partiya Deiweya Îslamî ya Iraqê bûye û dibêje zanistên olî xwendine, lê niha dev ji îslamiyetê berdaye û bûye mesîhî.

 

Kerîm Ebdulxaliq amaje bi wê yekê dike, ku berê pabendî îbadetên weke nimêj, rojî, hec û gelek îbadetên din ên îslamê bûye, lê piştî 30 salan ji bo wî derketiye holê ku di xeyal û valahiyeke rûhî de ye û hîs nekiriye ku nêzîkî Xweda ye.

 

Herwiha Ebdulxaliq destnîşan dike, ku di siyasetê de pileya wî gihiştiye endamtiya Polîtburoya Partiya Deiweya Îslamî ya Iraqê û di hewzeya zanistî de zanyariyên fiqh û şerîetê xwendiye, di nav Partiya Deiwe de bangewazî bo Îslamê kiriye, lê di valahiyeke rûhî de jiyana xwe derbas kiriye û dibêje: “Min 30 sal bi xwe bawer kir, ku ez li Xweda diperisim. Wî Xwedayê ku bi çav nayê dîtin û li ser rûyê me hemûyan e û çendîn navlêkirinên din bo Xweda.. Lê min di dilê xwe de valahiyeke mezin hîs dikir.”

 

Di dîmenên vîdeoyeke din de jî Kerîm Ebdulxaliq di civîna li gel mesîhiyan de dibêje, Edamê Polîtburaya Partiya Deiwe bûye û wê çaxê Nûrî Malikî hevalê wî bûye û dibêje: “Ew kes bûn ku hêlên giştî yên Destûra Iraqê dinivîsandin û rijd bûn li ser wê yekê ku Quran bibe çavkaniya yekane ya yasadanînê. DAIŞiyên pileya yek bûn.”

 

Herwiha Kerîm Ebdulxaliq, xwe weke opozîsyona rejîma berê ya Iraqê dide nasîn û dibêje, ji ber vê yekê duçarî gelek pirsgirêkan bûye û îdia dike, ku hatiye desteserkirin û îşkencekirin, mal û milkên wî hatine veguhastin û yên ku nehatine veguhastin jî dest bi ser de hatiye danîn.

 

Ebdulxaliq aşkere dike, ku piştî sala 2003an, du sal û nîv li ser Quran û fermanên wê lêkolîn kiriye û gelek pirs li gel wî peyda bûne. Li ser gumanên xwe ji kesayetên olî hin tiştan pirsiye, lê bersivên wan baweriyek nedaye wî, ji ber vê yekê çûye Sûriyê, piştre jî çûye Amerîkayê û li wir bûye mesîhî.

 

Parlementerê Partiya Deiweya Îslamî Resûl Razî ji Rûdawê re ragihand: “Ne ji nêz ve, ne ji dûr ve ti pêwendiya wî kesî bi Partiya Deiwe re çênebûye. Ne endamekî sade, ne jî serkirde bûye. Gotinên wî beşeke hewildan e bo lêdana Partiya Deiwe.”

 

Herwiha Resûl Razî diyar kir: “Beriya niha jî rejîma Beis gelek kesan dişande nav rêxistinên Partiya Deiwe û partiyên îslamî da ku piştre kar û kiryarên xirab bi wan bidin kirin û wêneya partiyan bi wan naşîrîn bikin. Ev jî weke wan hewildanan e.”

 

Ji aliyê Partiya Deiweya Îslamî ve li ser gotinên Kerîm Ebdulxaliq daxuyaniyek hate belavkirin û têde Partiya Deiwe aşkere kiriye, ku ew ne endamê partiyê ye û hatiye gotin: “Îdiaya endambûna wî kesî derew e. Hetanî nizane bi dirustî navê xwe jî aşkere bike. Ji ber vê yekê em vê îdiayê red dikin. Gotinên wî hemû derew in.”