Mistefa Kazimî dê beşdarî Lûtkeya Siûdiyê bibe

14-07-2022
RÛDAW
Nîşan Iraq Erebistana Siûdî Amerîka Lûtkeya Siûdiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîsîngeha ragihandinê ya Serokwezîriya Iraqê ragihand ku Mistefa Kazimî dê beşdarî lûtkeya ku di destpêka hefteya bê de li Erebistana Siûdî bi beşdariya serokên welatên Kendavê, Misir, Urdun û Amerîkayê birêve biçe, bibe.

Nivîsîngeha ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî roja 13ê Tîrmeha 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, biryara beşdariya Mistefa Kazimî ya lûtkeyê li ser vexwendina Şahê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz hatiye dayîn di çarçoveya pabendbûna berdewamiya hikûmetê ji bo pêşxistina peywendiyên dîplomatîk.

Li gorî daxuyaniya Nivîsîngeha ragihandinê ya Kazimî, di lûtkeyê de dê mijarên enerjiyê, ewlehiya xorakê, pirsgirêkên jîngehê û hevahengiya di navbera gelên herêmê de werin gotûbêjkirin.

Lûtke dê di 15ê Tîrmeha 2022an de li Riyad a Erebistana Siûdî dest pê bike.

Her wiha Serokê Amerîkayê Joe Biden roja 13ê Tîrmehê gihîşte Îsraîlê, piştî Îsraîlê ji bo ku bi Mehmûd Abbas re hevdîtinekî bike û ji wir jî dê beşdarî Lûtkeya Siûdiyê bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst