Li Diyale êrişa xwekujî: 2 pêşmerge şehîd bûn

14-07-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li devera Qeretepe ya parêzgeha Diyale ya Iraqê, komek hêzên Pêşmerge rastî êrişeke xwekujî hatin û di encamê de herî kêm 2 pêşmerge şehîd bûn.

Jêderekî ji tabûra 136 a Pêşmerge ji Rûdwê re got, îro derdora saet 19:00 li gundê Tatranî yê girêdayî bajarokê Qeretepe yê parêzgeha Diyale ya Iraqê, kesekî xwekuj kamyonek bombekirî li nav komek hêzên Pêşmerge de teqand.

Li gorî wî jêderî, di bûyerê de 2 pêşmerge şehîd bûn û 15 pêşmerge jî birîndar bûn, xwekuj jî perçe perçe bû.

Wî jêderî da zanîn ku pêşmergeyên birîndar veguhestin nexweşxaneya bajarokê Kifrî yê Başûrê Kurdistanê û got, rewşa hinek ji birîndaran baş nîne.

Hat gotin, piştî teqîna xwekujî ya Qeretepe, DAIŞê ragihandiye ku endamekî wê ew êrişa xwekujî kiriye û navê wî jî Ebû Homamî bûye ku ji Ewropa tevlî DAIŞê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst