Berhem Salih: Divê Enfal wek komkujî bê naskirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Iraqê di 32mîn salvegera destpêkirina pêla komkujiya Enfalê ya li dijî gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê de ragihand, divê hewl bê dan ku Enfal wek komkujî bê naskirin û kesûkarên Enfalkiyan bêne qerebûkirin û ew tawan li cîhanê wek komkujî bê naskirin.

Berhem Salih bi boneya 32mîn salvegera komkujiya Enfalê ya di derheqên gelê Kurd de îro daxuyaniyek da û ragihand: “32 sal di ser tawana Enfalê re, ew tawan ku rejîma Beis  a jinavçûyî pêk anî, derbas bû, lê belê xem û êşên wê tawana nemirovî nayên jibîrkirin.”

Di daxuyaniya Serokomariya Iraqê de tê gotin: “Tevî ku bikerên tawana Enfalê hatin cezakirin, lê belê erkê me û hikûmeta Iraqê ye, ku kar bo qerebûkirina malbatên wan û wan şehîdan bikin.”

Berhem Salih herwiha daxwaz dike, ku rûfat û cenzaeyên qurbaniyên Enfalê jî bêne dîtin û bo cihê jidayikbûna wan bêne veguhastin.

Serokomarê Iraqê daxwaza pêşxistina wan navçeyan jî kiriye, ku rastî êrîşên Enfalê hatine û tekez dike: “Divê hewla nasandina tawana Enfalê wek tawaneke komujî bihê dan, daku rê bi dubarebûna wê neyê dan.”

Rejîma Beis a Iraqê di 23ê Sibata 1988an de yekemîn qonaxa pêlên Enfalê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, ku di 8 qonaxan de birêve çû û zêdetirî 182 hezar welatiyên sivîl ên Kurd ji aliyê hikûmeta wê demê ya Iraqê ve hatin komkujkirin.

Li Herêma Kurdistanê hemû salan di 14ê Nîsan de qurbaniyên Enfalê tên bibîranîn.