'Hewlêr û Bexda li ser yasaya petrol û gazê nêzîkî rêkeftinekê bûne'

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim El-Ewadî ragihand ku biryara parêzgehbûna Helebceyê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Sûdanî ve bi xwe pêşkêşî Encûmena Wezîran hatiye kirin. El-EWadî diyar kir ku Hewlêr û Bexda li ser yasaya petrol û gazê nêzîkî rêkeftinekê bûne.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim El-Ewadî ji Rûdawê re li ser parêzgehbûna Helebce, pirsgirêka bûdceya navbera Hewlêr û Bexdayê û yasaya petrol û gazê axivî.

El-Ewadî diyar kir ku biryara Encûmena Wezîran a duh derbarê Helebceyê de ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hatiye pêşkêşkirin û dibêje “Piştî pesendkirina parlamentoyê Helebce dê bibe parêzgeha 19emîn a Iraqê. Bûdce dê wek parêzgehên din ên Iraqê were terxankirin. Hikûmeta federal dê bi xurtî beşdariyê di pêşxistin û avakirina parêzgeha nû de bike, da ku bikare li ser lingên xwe bisekine, li gorî Iraq û gelê Kurd.”

El Ewadî diyar kir ku pişka Herêma Kurdistanê di bûdceya sala 2023an de ji sedî 12.67 hatiye diyarkirin û got “Eger Wezareta Plandanînê diyar bike ku her parêzgehek Herêma Kurdistanê di bin sînorê hejariyê de ye, ew pereyê ku ji bûdceya federal a Iraqê hatiye terxankirin dê li ser wê parêzgehê be jî.”

Berdevk El Ewadî di derbarê qerebûkirina qurbaniyên Helebce de ragihand “Mijara tezmînatê girêdayî komîsyonên pêwendîdar e. Kesên ku di 16’ê Adarê de ji ber sûcê Helebceyê birîndar bûne dê mafên xwe ji Wezareta Tenduristiyê bistînin. “

Tê çaverêkirin ku îro Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Herêma Kurdistanê bike.

Basim El-Ewadî jî li ser serdanê axivî û dibêje “Sûdanî ji bo beşdarî konferansekê bibe dê serdana Silêmaniyê bike. Ger derfet hebe dê serdana Hewlêrê jî bike û bi serkirdeyên Kurd re bicive.”

El-Rwadî di berdewamiya axavtina xwe de got “Atmosfera di navbera Hewlêr û Bexdayê de gelek erênî ye. Di navbera her du partiyan de li ser butçeyê lihevkirinek çêbû. Em ber bi lihevkirina qanûna neft û gazê ve diçin. Dibe ku ev mijar di serdana Sûdanê de derkeve pêş.”