Banka Navendî: Iraq nêzîkî 56 milyar dolar deyndar e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Banka Navendî ya Iraqê ragihand ku deynên derve yên Iraqê nêzîkî 23 milyar dolar û deynên naxwe yên Iraqê jî nêzîka 40 trîlyon dînar e.

Serokê Banka Navendî ya Iraqê Elî Ellaq îro Şemiyê di raportekê de ku Banka Navendî belav kiriye dibêje: “Deynên derve yên li ser Iraqê, ji xeynî deynên hatine ragirtin nêzîkî 23 milyar dolar e, di demekê de deynên ragirtî yên berî sala 2003ê li ser Iraqê 40 milyar û 900 milyon dolar e.”

Elî Ellaq da zanîn ku deynên navxwe yên li ser Iraqê jî 40 trîlyon dînar e û got: “Ew jî hewale û kaxezên darayî ne li ba hikûmet û Banka Navendî ya Iraqê, her dema dewlet jî deyndar be, faîz li ser wî deynî be û deyn bi pereyên welatên xwediyê deyn bê dayîn, wê demê giraniya li ser bûtçeya giştî zêde dibe, lê eger deyn bi diravê xwe yê niştimanî bide giranî li ser zêde nabe.”

Serokê Banka Navendî ya Iraqê herwiha ragihand ku yedeke federalî ya Iraqê niha nêzîkî 70 milyar dolar e.