Shell ji projeya herî mezin a li Îraqê vekişiya

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pîşesazî û Madenan a Îraqê ragihand ku Shell ji projeya petrokîmayê ya Nebrasê vekişiya.

Wezareta Pîşesazî û Madenan a Îraqê diyar kir ku şirketa Shellê gotiye ji ber guherînên nû ew ji projeya Nebrasê vedikeşe.

Shellê da zanîn ku ew dê bi hevkariya xwe ya bi Basra Gazê re piştgiriya projeyê bidomîne.

Li aliyê din, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîya Sûdanî, ji wezaretên pîşesazî û petrolê xwest ku ji bo vebijîêkên baştir pêşkeşî dabînkerên gazê bikin lêkolînan bikin.

Di navbera hikûmeta Îraqê û şirketa Shellî de girêbesta projeyê 28ê Kanûna Pêşîna 2015an hatibû îmzekirin.

Li gorî girêbestê, rêjeya beşdariya wezaretên pîşesazî û petrolê yên Îraqê ji sedî 51 û ya Shellê jî ji sedî 49 bû.

Bi gotina Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Asem Cîhad, projeya Nebrasê li parêzgeha Besrayê navenda herî mezin a petrokîmyayî ya Rojhilata Navîn e û dê di du qonaxan de were bicihkirin.

Qonaxa yekem dê amadekarî û dîzaynkirin be, qonaxa duyem jî dê bikaranîna projeyê be.

Ev proje wekî çaremîn kompleksa petrokîmyayî ya herî mezin a cîhanê tê hesibandin.

Tê pêşbînîkirin salane 1,4 milyar dolar dahatê ji Îraqê re bîne.