Artêşa Îraqê: HSD ji xala li ser axa Îraqê vekişiya
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Hêzên Sînorî ya Îraqê ragihand ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi şaşî li xaleke sînorî ya li ser axa Îraqê bi cih bûbû û piştî hevdîtinên îro ew ji wê xalê vekişiyan.
Berdevkê Fermandariya Hêzên Sînorî ya Îraqê Heyder Kerhî ji Rûdawê re got:
"Destpêka vê hefteyê hêzeke HSDyê li herêma Rebîayê bi şaşî li xaleke sînorî ya li ser axa Îraqê bi cih bûbû.
Piştî hevdîtinên bi wan re ew ji wê xalê vekişiyan."
Heyder Kerhî got, "Tîmeke teknîkî ya girêdayî fermandariya me ya ku li ser nexşekêşan û avakirina dîwarê konkrêt û qûleyên çavdêriyê dixebite, bi rêya pîvanên nexşeyî ji hêzên HSDyê re ragihand ku ew xala ku lê bi cih bûne, ne ya Sûriyeyê ye, ya Îraqê ye.
Hêza HSDyê jî ev yek qebûl kir û ji herêmê vekişiya."
Bajarokê Rebîayê yê navçeya Tileferê ya Mûsilê li herêma sînorî ya bi Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê re ye.
“Sînor di bin kontrola me de ye”
Heyder Kerhî diyar kir ku "Sînorên Îraq û Sûriyeyê bi tevahî di bin kontrola Hêzên Sînorî de ne û bi tevahî tên parastin."
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê Miqdad Mîrî 10ê Kanûna Paşîn ji Rûdawê re gotibû:
"Hêzên me li sînorên me yên bi Sûriyeyê re li herêmeke 83 kîlometreyî dîwarê konkrêt ava kiriye.
Ev xebat di demeke kurt de û bi mesrefeke kêm pêk hat."
Îraq û Herêma Kurdistanê 615 kîlometre sînorê hevbeş bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re heye.