Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Heşdî Şebiyê re civiya

14-01-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Heşdî Şebî Falih Feyaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de bi Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyaz re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyaz daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de “rerewşa ewlehiya Îraqê, gef û metirsiya terorîstan, êrişên terorîstên DAIŞê yên li ser hêzên çekdar û hêzên ewlehiyê yên Îraqê û welatiyan, pêşhateyên şer û aloziyên dawî û bandor û encamên wan ên li ser navçeyê hatin gotûbêj kirin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Barzanî û Feyaz tekezî li ser wê yek kir ku nabe Îraq bikeve nava aloziyên herêmî û parastina aştî, aramî û berjewendiyên bilind ên welat ji bo hemûyan serekî be.

Herwiha her du aliyan bal kişand ser wê yekê ku armanckirina Pêşmerge û êrişên dronî yên li ser Herêma Kurdistanê dê zirarê bide aramî û aştiya Îraq û Herêma Kurdistanê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêwendiyên Îraqê yên bi welatên cîran re mijarên din yên civînê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst