Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îraqê civiyan

14-01-2024
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îraqê civiyan
Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îraqê civiyan
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Serokkomarê Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Îraqê li Bexdayê li ser çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê û çend mijarên din civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îraqê Abduletîf Reşîd daxuyaniyek belav kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Nêçîrvan Barzanî û Abduletîf Reşîd tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê, şandina mafên darayî, budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê, berdewamiya gotûbêjên hikûmetê kirin.

Her du aliyan diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirikan divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê guftûgoyên xwe berdewam bikin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku her du alî li ser wê yekê hevfikr bûn ku “jiyan û refaha xelkê Herêma Kurdistanê divê bi pirsgirêkên siyasî re neyê tevlihevkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Îraqê herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku nabe Îraq bikeve nav nakokiyên navçeyê û her alî ji bo parastina berjewendiyên bilind, aştî û aramiyê bixebitin.

Nêçîrvan Barzanî doh li Bexdayê beşdarî merasîma bibîranîna salvegera kuştina rêberê olî yê Şîe Mihemed Baqir Hekîm bû.

Barzanî piştre bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Îraqê Fayiq Zeydan, Serokê Partiya Teqedûmê Mihemed Helbûsî, Serokê Esayîb Ehlî Heq Qeys Xezalî û Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alîna Romanowskî re cuda cuda civiya.

Nêçîrvan Barzanî îro danê sibehê jî Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyaz re civiya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst