Sedir êrişên li dijî Balyozxaneya Amerîkayê wek 'komplo' bi nav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Weke karvedanekê li ser êrîşa mûşekî ya êvara Pêncşembê 13ê Çileya 202an a bo ser navçeya Kesk a Bexdayê, Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ragihand, “hin alî bangeşeya berxwedanê dikin, herwiha bangeşeya lêdana Balyozxaneya Amerîkayê dikin li navçeya Kesk, lê derbên wan kesên sivîl, jin û zarokan û sembola zanist û perwerdeyê dikin armanc.”

Muqeteda Sedir, li ser hesabê xwe yê Twitterê êrîşên ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê "wek pîlangêrî" bi nav dike û dibêje, yên ku van êrîşan dikin, ji bo “paşxistina derketina Amerîkayê li Iraqê” dikin û hincetan ji Amerîkayê re çêdikin, daku çekan bikar bîne û çarenivîsa gel jî di destê wan de bimîne.

Sedir bi gotina “eger hêza dagîrker nemîne, hebûna wan jî namîne”, amaje bi aliyên êrişker kiriye û diyar kiriye, “lewra hewl didin astengiyan li pêşiya rêbaza me çê bikin ji bo derxistina wan bi rêya Encûmena Asayişê û Neteweyên Yekgbûyî û bi rêyên navdewletî û rêkarên qanûnî.”

Di dawiya peyama xwe de jî Sedir dibêje, divê dengê tundûtîjiyê bê bêdengkirin ku gel û dewletê dixe ber metirsiya têkdana ewlehiyê.

Şeva Pêncşembê Balyozxaneya Amerîkayê rastî êrişeke mûşekî hat û sîstema berevaniya esmanî ya balyozxaneyê 2 mûşek têk birin û mûşekek jî li navçeya Kesk kete xwarê.

Balyozxaneya Amerîkayê jî derbarê êrişa bi mûşekan de daxuyaniyek belav kir û ragihand, balyozxane “ji aliyê grûpên terorîst ve rastî êrişê hatiye ku hewl didin (ew grûp) asayiş, serwerî û peywendiyên navdewletî lawaz bikin.”

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bibîr dixe, ku êrişên bi vî rengî “ne tenê bo ser cihên dîplomatîk in, lê bo ser serweriya Iraqê ne.”

Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê jî ragihand, ji ber wê êrişa bi mûşekan, keçek û jinek ku li dibistanekê bûn, birîndar bûn.