Blinken: Divê hikûmeta nû ya Sûriyeyê hemû pêkhateyan temsîl bike

1 demjimêr berê
Nîşan Antony Blinken Mihemed Şiya Sûdanî Îraq Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken da zanîn ku divê hikûmeta nû ya Sûriyeyê hemû pêkhateyan temsîl bike û giştgir be.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken çû Bexdayê û bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Ofîsa Mihemed Şiya Sûdanî da zanîn ku xeyn ji mijarên “pêwendiyên her du welatan û bipêşxistina hevkariyê” rûdanên li Sûriyeyê jî hatine nirxandin.

Ofîsa Sûdanî da zanîn, “Di hevdîtinê de hat diyarkirin ku divê ji bo ewlehiya herêmê hewlên herêmî û navneteweyî bên zêdekirin.”

“Divê hemû pêkhate beşdarî îdareya welat bibin”

Mihemed Şiya Sûdanî da zanîn ku dê Îraq helwesta xwe ya piştgirîdayîna Sûriyeyê biparêze û got:

“Ji bo nehiştina krîzan û jinûveavakirina Sûriyeyê piştgiriya welatên dost gelekî girîng e.

Ji bo parastina ewlehiya Sûriyeyê divê hemû pêkhate beşdarî îdareya welat bibin.

Îraq ji wanên ku niha qanaxa derbasbûnê bi rê ve dibin kirinan dixwaze, ne gotinan.

Divê rê neyê dayîn ku ti kes axa Sûriyeyê bin pê bike çimkî dê ev li ser ewlehiya herêmê bibe gef.”

“Divê hemû pêkhateyan temsîl bike”

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî daxuyand ku Amerîka rêzê li biryarên gelê Sûriyeyê digire û got:

“Divê ji bo vakirina hikûmetekê hewl bê dayîn ku hemû pêkhateyan temsîl bike û giştgir be.”

Blinken diyar kir, “Îraq li herêmê aktoreke sereke ye. Girîng e ku nêrînên Îraqê yên li ser rûdanên li herêmê li ber çavan bên girtin.

Divê endamên Koalîsyonê pêbendî parastina ewlehî, serwerî û aramiya Îraqê bin.”

Antony Blinken doh jî li Enqereyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiyabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst