Elî Sîstanî darvekirina ciwanekê ji aliyê xwepêşanderan ve şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Merciyê bilind ê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî, bûyera darvekirina ciwanekê ji aliyê grûpeke xwepêşandanan ve li Bexdayê, şermezar kir û daxwaz ji hêzên emnî yên wî welatî kir ku encamderên wê bûyerê aşkere bikin.

Nûnerê Elî Sîstanî, Ehmed Safî îro gotara Sîstanî ya Înê belav kir û di wê gotarê de, Elî Sîstanî di wê peyama xwe de dibêje, “Ez hemû cûreyên kiryarên kuştin, revandin û destdirêjiyê şermezar dikim, taybetî jî wê tawana roja Pêncşemê ku li navçeya Wesbe rû da.”

Herwiha Elî Sîstanî daxwaz ji hêzên emnî yên Iraqê kir ku encamderên wê tawanê aşkere bikin.

Merciyê bilind ê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî dibêje, “Îro li ber me du rê hene, ew jî xebata ji bo çaksaziyan û bi dawîkirina gendeliyê ku ev heyameke îdareya dewletê hilweşandiye.”

Elî Sîstanî di peyama xwe de tekez kiriye, “Xelkê Iraqê ku ji şerê li dijî terorê bi serbilindî derketine, eger proseyê baş birêve bibin, dê di têkoşîna li dijî gendeliyê de jî ser bikevin.”

Li Bexdaya paytexta Iraqê duh kesekî bi navê Heysem Elî Îsmaîl ê 16 salî ji aliyê xwepêşanderan ve hatibû girtin û bi tohmeta ku ‘teqe li xwepêşanderan kiriye’ hatibû darvekirin.

Berdevkê fermî yê fermandarê hêzên çekdar yê Iraqê Liwa Ebdulekerîm Xelef ragihand ku ew kesê ku hatiye kuştin, li gel xwepêşanderan beriya niha şerê devkî kiribû ku ew xwepêşander li pêşiya mala wî kom dibûn û ew ji wê yekê nerazî bû.