Rûmadî (Rûmadî)- DAIŞ li bajarê Rûmadî yê parêzgeha Enbarê tê şikestin û hêzên Iraqê beşek ji bajêr kontrol kirine. Termên çekdarên DAIŞê li ser erdan in û Kuçik û pisîk wan dixwin.
Peyamnêrê Rûdawê li Rûmadî Nêçîrvan Husên ragihand: “Gelek termên çekdarên DAIŞê li cadeyan mane û Kuçik û pisîk wan dixwin.”
Fermandarê Hêza Altonî ku bi xwe kurd e, Fazil Berwarî ji Rûdawê re ragihand: “Ji destpêka operasyona girtina bajarê Rûmadî (destpêka meha borî) de heta niha 250 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.”
Bajarê Rûmadî ku navenda parêzgeha Enbarê ye û piraniya xelkê wê parêzgehê sunî ne, niha di bin dorpêçiya hêzên Iraqê de ye û ew hêz dixwazin wî bajêrî bi temamî ji destê DAIŞê derxînin.
![](https://www.rudaw.net/Library/Images/Uploaded%20Images/Hoshi/178650Image133333111.jpg)
![](https://www.rudaw.net/Library/Images/Uploaded%20Images/Hoshi/22222222222222222222222222222.jpg)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse