Dezgeha Lûtke: 32 hezar welatiyên Iraqê çûne Ewropayê

13-11-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dezgeha Lûtke bo Karûbarê Koçber û Penaberan ragihand, 32 hezar welatiyên Iraqî daxwaza mafê penaberiyê li Ewropa kirine.

Arî Celal ji Rûdawê re ragihand, ji ber nebûna mûçe û xizmetguzariyan û ji ber bêkariyê, hejmareke zêde ya xelkê Başûrê Kurdistanê û Iraq ber bi Ewropayê ve koç kirine.

Arî Celal herwiha diyar kir, li gor amarên ku ketine destê wan,  di sala 2019 de zêdetir ji 32 hezar welatiyên Iraqê ku piraniya wan Kurd in, li welatên Ewropayê daxwaza mafê penaberiyê kirine.

Serokê Dezgeha Lûtke bo Karûbarê Koçber û Penaberan destnîşan kir, niha careke din koçkirina gencan ber bi Ewropayê û derveyî welat ve bi armanca jiyaneke xweştir û baştir destpê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst