Fuad Husên: Em qebûl nakin asmanên me li dijî Îranê bên bikaranîn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Fuad Husên Îran Îraq Îsraîl Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên ragihand ku ew ti carî qebûl nakin ku asmanên Îraqê ji bo êrişkirina Tehranê were bikaranîn.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abas Araqcî û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên li Bexdayê civiyan.

Her du wezîran piştî hevdîtinê di civîna çapemeniyê ya hevpar de daxuyanî da.

"Wekî hikûmeta Îraqê ti biryareke me ya şer nîne"

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên bal kişand ser êrişên Îsraîlê yên li Xeze û Libnanê û got:

“Ji destpêkê ve me hişyarî da ku divê şer li herêmê belav nebe û eger wisa bibe dê herêm bikeve metirsiyê.

Wekî hikûmeta Îraqê ti biryara me ya şer nîne.

Biryarên şer û aştiyê bi biryara sê saziyên dewletê ye: Meclîs, Serokwezîrî û Serokomarî.”

"Belavbûn şer li Îranê dê bibe metirsiyansiyan"

Fuad Husên amaje bi wê yekê kir ku “Îsraîl dixwaze Îraq bikeve nava şer” û wiha domand:

“Belavbûna şer li Îranê li herêmê jî dê bibe sedema metirsiyan.

Ji ber vê sedemê em ti carî bikaranîna qada hewayî ya Îraqê (ji bo êrişkirina Îranê) qebûl nakin.

Em hewl didin şer rû nede. Eger Xwedê neke şer derkeve jî divê Îraq û qada wê ya hewayî ji şer dûr bê girtin.

Eger şerekî nû destpê bike, rêxistinên terorîst ên wekî DAIŞê yên li herêmê û Îraqê dê dîsa çalak bibin û êriş bikin.

Di rewşa şer de bandor dê li rêyên keştiyan ên li Kendavê bibe û dê krîzeke enerjiyê ya navneteweyî derkeve holê."

Fuad Husên her wiha banga Îsraîlê kir ku êrişên xwe yên li ser Xeze û Libnanê rawestandina.

"Em şer û mezinbûna bûyeran naxwaz in"

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abas Araqcî jî got ku herêm li ber pêvajoyeke xeternak e û wiha pê de çû:

"Em bi hevalên xwe re ji bo rawestandina êrişên siyonîst ên li Xeze û Libnanê dişêwirin.

Em wekî Tehranê şer û mezinbûna bûyeran naxwazin. Em hewl didin ku li herêmê aştî pêk were.

Em spasiya hikûmeta Îraqê dikin ku rê nedaye qada wê ya hewayî ji bo êrişên li hemberî me were bikaranîn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst