Bafil Talebanî: Letîf Reşîd beşeke YNKê ye

13-10-2022
RÛDAW
Nîşan Bafil Talebanî YNK Letîf Reşîd PDK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje, Letîf Reşîd berbijêrê hevbeş ê bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re nebû ji bo postê serokkomariya Iraqê û PDKê berbijêrê xwe Rêber Ehmed vekişand, ji ber ku dizanî bi ser nakeve. Her wiha diyar kir ku Letîf Reşîd beşeke YNKê ye.

Letîf Reşîd piştî hilbijartina wek Serokkomarê Iraqê ji aliyê Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî ve hat pêşwazîkirin.

Bafil Talebanî piştî civînê, nêrîna xwe ya derbarê hilbijartina Letîf Reşîd de ji Rûdawê re got, “Ez çend salan ligel Mam Celal jiyam, piranî ligel Kek Letîf. Kek Letîf beşeke Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê; her beşeke YNKê bûye û dê her beşeke YNKê be û bi hev re em dê rêya Mam Celal biparêzin.”

Bafil Talebanî red kir ku Dr.Letîf Reşîd berbijêrê hevbeş ê YNKê û PDKê be û got, “Berbijêrê PDKê Kek Hoşyar bû ku me ew têk bir, berbijêrê PDKê Rêber bû ku me ew têk bir.”

Bafil Talebanî li ser vekişîna berbijêrê PDKê Rêber Ehmed û piştgiriya Letîf Reşîd got, “Vekişandin ji ber dizanîn ku ew jî li vir têk diçin.”

Hilbijartinên serokkomariya Iraqê îro Pêncşemê 13ê Cotmeha 2022an hat kirin û di encamê de Letîf Reşîd bi 162 dengan wek Serokkomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin, berbijêrê YNKê Berhem Salih jî 99 deng bi dest xistin, 8 deng jî nehatine qebûlkirin.

Hilbijartinên serokkomariya Iraqê ji bo gera duyem mabû û 269 parlementer beşdarî gera duyem a hilbijartina serokomariya Iraqê bûn. Li gorî gera yekem, dengên Letîf Reşîd zêde bûn û dengên Berhem Salih jî wek xwe man.

Di gera yekem de 282 parlamenter beşdarî rûniştina parlamentoyê bibûn û Letîf Reşîd 157 û Berhem Salih jî 99 deng bi dest xistibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst