Letîf Reşîd erkê avakirina hikûmetê da Mihemed Şiya Sûdanî

13-10-2022
RÛDAW
Nîşan Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd Mihemed Şiya Sûdanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Letîf Reşîd ê ku wek Serokomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin, her wek ku dihat çaverêkirin, erkê avakirina hikûmetê da berbijêrê serokwezîriyê yê grûpên Şîe yên ku Îran piştgiriya wan dike, Mihemed Şiya Sûdanî.

Hilbijartinên serokkomariya Iraqê îro Pêncşemê 13ê Cotmeha 2022an hat kirin û di encamê de Letîf Reşîd bi 162 dengan wek Serokkomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin, berbijêrê YNKê Berhem Salih jî 99 deng bi dest xistin, 8 deng jî nehatine qebûlkirin.

Piştî ku Letîf Reşîd hat hilbijartin, berbijêrê serokwezîriyê yê Çarçoveya Hevahengiyê, Mihemed Şiya Sûdanî, ji bo avakirina hikûmeta nû erkdar kir.

Ji hilbijartinên meha Cotmeha sala borî ve li Iraqê heta niha hikûmetek nehatiye avakirin. Nakokiya di navbera komên siyasî yên Şîe yên li parlementoyê de rê li ber hilbijartinên serokkomariyê û avakirina hikûmetê jî girt.

Hilbijartinên serokkomariya Iraqê ji bo gera duyem mabû û 269 parlementer beşdarî gera duyem a hilbijartina serokomariya Iraqê bûn. Li gorî gera yekem, dengên Letîf Reşîd zêde bûn û dengên Berhem Salih jî wek xwe man.

Di gera yekem de 282 parlamenter beşdarî rûniştina parlamentoyê bibûn û Letîf Reşîd 157 û Berhem Salih jî 99 deng bi dest xistibûn.

Serokkomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd kî ye?

Serokomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd;

- Di sala 1944an de li Silêmaniyê ji dayîk bûye.

- Di sala 1968an de, li Zankoya Liverpoolê beşa endezyariya şaristaniyê qedand.

- Di sala 1976an de li Zankoya Manchesterê doktora xwend.

- Li Yemenê û Erebistana Siûdiyê rêveberê projeya xorak û cotkariyê FAO bû.

- Endamê Encûmena Rêveber a Kongreya Nîştimanî ya Iraqê (INC) bû.

- Di sala 1986an de nûnerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê yê Brîtanyayê bû.

- Di sala 2004an de bû Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst