NY û YE 230 çavdêran bo hilbijartinên Iraqê dişînîn

13-09-2021
RÛDAW
Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropa wê çavdêriya hilbijartinên Iraqê bikin
Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropa wê çavdêriya hilbijartinên Iraqê bikin
Nîşan Hilbijartinên Iraqê Netewên Yekbûyî Yekîtiya Ewropa Iraq Hilbijartin Herêma Kurdistanê Serok Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavdêrîkirina proseya hilbijartina pêşwext a parlementoya Iraqê, ku biryar e 10ê meha bê birêve here, ji bo danpêdana aliyên siyasî û Civaka Navdewletî bi encamên wan hilbijartinan, mercekî yekalîker e.

Roja 11yê Îlonê û di destpêkirina bangeşeya fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê de, Serok Barzanî li Hewlêrê got, “Daxwaza me, xelkê Iraqê û hemû ew aliyên beşdar dibin ew ku ev hilbijartineke pak be û sextekarî tê de nebe. Herwiha ev daxwaza Neteyên Yekbûyî û civaka navdewletî ye û hemûyan jî tekez kirine ku ew bi her şiyaneke xwe hewl didin hilbijartineke pak be û soz jî dane ku çavdêriyeke cidî bikin bo ku sextekarî nebe. Em hêvîdar in di erkê xwe de serkeftî bin.”

Komîsyona Hilbijartinên Iraqê dibêje, Neteweyên Yekbûyî soz daye 130 çavdêran bişîne ji bo çavdêriya proseya dengdanê, di hilbijartina pêşwext a Iraqê de, hevdem Yekîtiya Ewropayê soz daye 100 çavdêrî bişîne, herwiha Komisyonê vexwendinname ji bo 51 welatî û 25 rêxistinan şandiye ji bo ku çavdêriya hilbijartina bê, bikin.

Cumane Elayî, Berdevka Komisyona Hilbijartinên Iraqê, dibêje, “Bi rêya Wezareta Derve me vexwendinname ji bo 76 balyozxaneyên Erenî û biyanî û rêxistinên navdewletî şandiye. Gelek balyozxaneyan serdana Komisyonê kiriye û ragihandiye ku dixwazin çavdêriya proseya hilbijaritên bikin, li kêleka wê yekê jî, dadwer Celîl Ednan Xelef, serokê Encûmena Komisyaran rêkeftinek ligel Yeîktiya Ewropayê îmze kiriye ji bo ku bêhtir ji 100 çavdêrî bişînin ji bo çavdêriya proseya hilbijartinê, herwiha Neteweyên Yewkbûyî karê xwe fireh kiriye û bêhtir ji 130 çavdêrî ji me re dişîne.”

Komisyona Hilbijartinan dibêje, di hilbijartina bûrî de parlementoya Iraqê, di sala 2018an de, 175 hezar çavdêrî çavdêriya proseya wan kir, lê di vê hilbijartiên de pêşbînî dikin ku hejmara çavdêrên navdewletî û çavdêrên partî û aliyên siyasî û rêxistinên xwecihî bêhtir be, ji ber ku bazneyên hilbijartinê hatine biçûkirin û li şûna 18 bazneyan hatin zêdekirin heta 83 bazneyan.

Cumane Elayî, Berdevka Komisyona Hilbijartinên Iraqê, dibêje, “Komisyona Hilbijartinan hemû hêsankariyan dike ji bo çavdêîkirina degdana giştî û taybet, herwiha Komîteya Ewlhî tîmên çavdêriyê diparêze, lê ew tîm divê wan wêstgeh û navendan destnîşan bikin ku dixwazin çavdêriyê lê bikin, çavdêr tenê mafê wan ê çavdêrîkirina hilbijartinan heye, lê mafê wan ê tanelêdanê nîne.”

Di hilbijartina meha bê ya parlementoya Iraqê de, 55 hezar û 41 wêstgehên dengdanê hene, li her wêstgehekê jî Komisyon rê dide 5 çavdêran ku çavdêriya hilbijartinê bikin, eger li her wêstgehekê 2 çavdêr hebin êdî hejmara wan li ser asta Iraqê digihêje bêhtir ji 110 hezar çavdêran, ku di dawiya proseya dengdana giştî de, li her wêstgehekê têkraya encaman radestî wan dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst