Kurd li Bexdayê diçin ser sifreya vala

Bexda (Rûdaw) – Li Bexdayê di nav jûrên girtî de, pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê mijara germ a siyasetmedaran e, lê li cadeyan xwepêşandanên ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan germtir e. Li nav wê hejmara kêm a xelkê ku karên wan hene, tenê li ser berdewambûna karên wan gengeşe heye ku li gor daxuyaniya Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî yê Iraqê bo Rûdawê, rêjeya bêkariyê gihiştiye %18an.

 

Nêrîna Berdevkê Tevgera Hîkme Newfel Ebû Rexîf cihê balkêşiyê bû dema di holekê de li paş dîwarên mezin me gotûbêj dikir: “Tiştên ku li aliyê din ê dîwarên bilind diqewimin, ji wan gotûbêjên di nav jûran de hene, gelek cuda ne.”

 

Newfel Ebû Rexîf amaje bi wê yekê kir ku xizmetguzarî û hikûmeteke bihêz a niştimanî were pêkanîn û got: “Bi beşdariya hemû pêkhateyên Iraqê, divê hikûmeteke niştimanî ya bihêz were pêkanîn.” Lê belê nêrîna wî ya zelal tinebû derbarê çawaniya beşdariya Kurdan de.

 

Li Iraqê çendîn netewe, pêkhate û olên ciyawaz hene, lê ji wan herî sereke ku li ser birêvebirina Iraqê herî zêde gengeşe dikin, Erebên Şîe, Erebên Sunî û Kurd in.

 

Li gor vê lîsteya ku piraniya kursiyên xula pêncemîn a Parlementoya Iraqê bi dest xistine (Lîsteya Saîrûn a Muqteda Sedir ku 54 kursî bi dest xistin), ne giring e ku çend netewe û ol hikûmetê ava dikin, giring ew e ku daxwazên merciyeta Şîe ya Iraqê û mercên Rêberê Tevgera Sedir cîbicî bike. Egerna weke Berdevkê Muqteda Sedir, Selah Ubeydî ji Rûdawê re ragihand: “Kurd yan Ereb, Sunî yan Şîe, heta Kakeyî û Tirkmen jî bin hikûmetê ava bikin, tiştê giring ew e ku hemû merc têde hebin.”

 

Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir hefteya derbasbûyî 42 xal belav kirin weke merc ji bo kesên ku dixwazin bibin serokwezîrê nû yê Iraqê, mercê herî diyar jî ew bû ku serokwezîr serbixwe be. Ev şansê Serokwezîrê berê Nûrî Malikî dişewitîne û şansê Serokwezîrê niha Heyder Ebadî kêm dike, tevî ezmûnên wan ên berê ku gelek rexne li ser wan hene.

 

Gotinên Selah Ubeydî yên li ser Kurdan cihê balkêşiyê ne, lê Kurd çi dikin? Ji bo pêkanîna hikûmetê li ser daxwaza tevgereke Şîe kesek tê şandin, yan dest bi çend wezaret û serokomariyê digre, yan weke Hoşyar Zêbarî dibêje  "dixwaze tenê mafên xwe yên destûrî werbigre"?

 

Serkirdeyên Kurd rijd in li ser pabendbûna bi destûra Iraqê ku li gor wan gelek mafên Kurdan têde hatiye çespandin, her çiqas ku bi awayekî berdewam rexneya wan hebû li ser wê yekê ku destûr her dem hatiye binpêkirin.

 

Her çiqas di bin siya 12 sal hikûmeta Partiya Deiwe (Nûrî Malikî û Heyder Ebadî) de neku mafên destûrî Kurdan, mafên wan ên yasayî jî hatin binpêkirin, heta dorpêçên aborî û bazirganî xistin ser Kurdan. Yek ji serkirdeyên Îtîlafa Nesr a bi serokatiya Ebadî, Elî Elaq ji Rûdawê re ragihand: “Kurd pêkhateyeke giring a Iraqê ye û divê beşdariya pêkananîn hikûmetê bike û divê şirîk be.” Elaq li hoteleke Bexdayê ji Rûdawê re axivî ku diviya ji bo xwe bigihîne hotelê ji sê pirsgehan derbas bibe.

 

Ez sê roj li Bexdayê mam û di nav sê rojan de di dehan dîwarên bilind re, bi dehan xalên kontrolê yên ser cade û li kolanan re derbas bûm, min li gel pênc aliyên Şîe û Sunî gotûbêj kir, ew Kurdan weke pêkhateyeke çalak û bandordar a Iraqê bi nav dikin, lê belê mafê wê yekê nadin ku ji çarçoveya Iraqê derkevin. Dema ku min ji serkirdeyê Îtilafa Nesr pirsî ku eger Kurd karta referandumê di danûstaninan de bi kar bînin, hûn dê çi bikin? Wî got: “Ti car bawer nakim Kurd wê kartê bi kar bîne, ku nedestûrî ye.”

 

Ji partiyên Şîe û Sunî, li Iraqê yek jî derbarê çareserkirina kêşeyên Kurd de nêrîna wan a zelal tine ye. Heta Erebên Sunî jî, ku cîranên Kurdan in û heta niha jî nêzîkî yek milyon aware li Herêma Kurdistanê ne, piştî hilweşandina desthilata Partiya Beisê bi awayekî berdewam xwe weke ku mafên wan têne xwarin dane nîşandan, li ser Kurdan ti tiştekî wan ê diyarkirî tine, bi kurt û kurmancî, Kurd li Bexdayê diçin ser sifreya vala, lê rewşa Erebên Sunî û Şîe qet neguheriye.

 

Erebên Sunî bi merc beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê dibin. Emîndarê Bereya Iraqî ya ji bo Diyaloga Niştimanî Salih Mutleg ji Rûdawê re ragihand ku yek ji daxwazên wan ên ji bo pêkanîna hikûmeta nû “vekişandina hêzên Heşda Şeibî ji Neynewa û deverên din ên Sunî ye".

 

Li gor zanyariyan heta niha du xetên zelal hene ku zêdetir ji hev re nêzîk in, bereya ku Muqteda Sedir serperiştî dike ji Saîrûn, Hîkme û Weteniye pêk tê, Nesr jî hinek nêzîkî wan e û li gel Kurdan di gotûbêjan de ne. Bereya din jî, ji Feth, Dewleta Yasa û Fezîle pêk tê ku beşek ji Nesr jî nêzîkî wan e û ew jî li gel Kurdan di gotûbêjan de ne, ango weke serkirdeyekî Sunî dibêje: “Kurd terazû ye û dikare encama pêkanîna hikûmetê yekalî bike.”