Li Tileferê xela ye û rev berdewam e

13-08-2017
RÛDAW
Tilefer
Tilefer
Nîşan Tilefer Mûsil DAIŞ Koçber
A+ A-

Tilefer (Rûdaw) – Nêzîkbûna dema operasyona Tileferê wiha kiriye, ku xelkê wê navçeyê çawa be xwe ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bikin. Kesên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne dibêjin, di nava qezayê de tiştek bi dest nakeve. Ew dibêjin kesê ku hewla revê bide, bi destê DAIŞê tê kuştin.

 

Roja Şemiyê 12-08-2017, nêzîkî 150 kesan ji gundên derdora Tileferê xwe gihandine cem hêzên ewlekariya Iraqê. Kesên direvin piranî tirkmen in. Hêzên ewlekariya Iraqê jî xwarin û vexwarin3e didin wan. Paşî wan li kampên koçberan ên li derdora Mûsilê bicîh dikin.

 

Jina tirkmen a bi navê Aliye Îmad dibêje: “Li Tileferê ava vexwarinê bidest nakeve. Ava pîs vedixwin. Ji xwe xwarin jî nebû. Eger xwarin peyda bibaya jî nirxê wê pir giran bû. Hevjînê min ji ber nexweşiya gurçikan mir. Kurê min jî di destê DAIŞê de ye.”

 

Li gorî amarên hêzên ewlekariya Iraqê, di heyama 3 rojan de hezar û 500 kesan li Tilefer û derdora wê malên xwe bicîh hiştine û xwe gihandine wan.

 

Nîştecihê Tileferê Casim Ezîz jî diyar dike: “Kesên ku hewl revê didan DAIŞê guleyek li serî dida û ew dikuşt. Em bi şev reviyan û tevahiya şevê meşiyan. Em duh piştî nîvro derketine rê, bi tî û birçî gihiştine vê derê. Me pare da qaçaxçiyan da ku me derbas bikin. DAIŞê di cejnê de kurê min kuşt. Kurê min dixwest bireve lê wan girt û kuşt.”

 

Polîsekî Tileferî yê bi navê Ehmed Resûl Selîm, ku şîe ye û di sala 2014ê de li gel hatina DAIŞê ji mala xwe reviye, kesên ji Tileferê direvin pêşwazî dike. Di nava kesên reviyayî de xwîşka wî jî heye. Ew bi dîtina xwîşka xwe dilxweş e.

 

Ehmed Resûl Selîm dibêjê: “Şukir ji Xwedê re ku piştî 3 salan min ew dîtin. Min hêviya xwe ji wan birî bû. Spas ji bo hêzên ewlekariyê ku pêşwaziya wan kirin.”

 

Operasyona Tileferê nêzîk dibe, lewma hêzên ewlekariyê jî bi guman li koçberan dinerin. Lewma fermandarên polîsan bi berdewamî vê pirsê ji wan dike: “çend çekdar û emîrên DAIŞê di nava we de ne?” Efser dixwazin derbarê DAIŞê de zanyariyan ji wan werbigrin û herwiha piştrast bin ka kesên direvin ji bo armanceke din hatine yan ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst