Berdevkê Tariq Haşimî hat kuştin

13-08-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê berê yê cîgirê berê yê serokomarê Iraqê Tariq Haşimî ji aliyê komek çekdar ve hat kuştin. Li Mûsilê jî di encama du teqînan de herî kêm 2 serbazên iraqî mirin.

Li gorî ajansên iraqî, îro (13.08.2013) li bajarê Besra yê Iraqê komek çekdarên nenas êrişî mala berdevkê berê yê Tariq Haşimî yê bi navê Ebudula Kazim kirin û di encamê de Kazim hat kuştin.

Hat zanîn ku piştî ku Tariq Haşimî ji Iraqê reviya, dadgeha bilind a Iraqê bi tohmeta ku beşdarî çalakiyên terorîstî bûye cezayê bidarvekirinê ji Kazim re birîbû.

Ji aliyekî din, li bajarê Mûsilê yê başûrê Kurdistanê jî di encama du teqînan de herî kêm 2 serbazên iraqî hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Derheqê bûyerên îro yên Mûsilê de yek ji fermandeyên tabûra 2 a artêşa Iraqê li Mûsilê Salih Casim ji Rûdawê re ragihand ku teqînên han îro danê êvarê li taxên Yarmce û Zirae yên bajêr rû dane ku yek jê teqîna xwekujî bûye.

Casim da zanîn, di teqîna xwekujî de serbazek hat kuştin û 4 serbaz din jî birîndar bûn, di teqîna duyem de jî serbazek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst