Besra; Berhemanîna petrolê ji ber xwepêşandanan nehatiye rawestandin

13-07-2018
RÛDAW
Nîşan Iraq Besra Petrol Berhemanîn Xwepêşandan Qurneya Rojava Lukoil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwepêşandana hemwelatiyan li başûrê Iraqê û bi taybetî li nêzîkî kêlgehên petrolê berdewam e û doh pênşemiyê xwepêşanderên nerazî xwe gihandin nêzîkî baregeha sereke ya kompaniya Lukoil a Rûsî li Besrayê, ku li kêlgeha neftî ya Qurneya Rojava-2 de kar dike.

 

Hemwelatiyên bajarên başûrê Iraqê li dijî nebûna xizmetguzariyên giştî weke av, elektirîk û nebûna derfetên kar, ew çend rojan in ku li ser xwepêşandanan berdewam in.

 

Xwepêşandana xelkê Besrayê di roja pênşemiyê de berfireh bûn û xwepêşanderan karîne nêzîkî deriyê kêlgeha Qurneya Rojava-2 bibin, ku ji aliyê kompaniya Lukoil a Rûsî ve tê birêvebirin.

 

Li gor wan raportên ku belav bûne, her çiqasî ku nêzîkî 10 xwepêşander karîne bigihine nava santrala berhemanîna petrolê li kêlgeha Qurneya Rojava-2, lê belê ew santral ji aliyê polîsan ve hatiye parastin.

 

Berpirsên wezareta petrola Iraqê ragihandine, ku xwepêşandan nebûye sedema têkçûna berhemanîna petrolê li Qurneya Rojava-2 û Qurneya Rojava-1 û herwiha kêlgeha Romeyle ku mezintirîn kêlgehên petrolê li cîhanê ne.

 

Ji sedî 95 dahata petrola Iraqê ji firotina petrolê ye û heger berhemanîna petrolê li wî welatî têk biçe, ziyaneke mezin a aborî digihe Iraqê.

 

Li ser berdewambûna xwepêşandanan, biryar e îro Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî serdana Besrayê bike û bi nûnerên xwepêşanderên nerazî re biaxive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst