Galeriya wêneyan

13-07-2018
13 Photos
RÛDAW

Kerbela (Rûdaw) -  Heftane roja înê li bajarê Kerbela û li mezargeha Hz. Hisên bawermendên mezheba şîe nimêja înê bi coşeke mezin û bi beşdariyeke berfireh dikin. Her li wê derê, oldariya bilind a şîeyên Iraqê, peyamên xwe yên dînî û siyasî digihînin xelkê û aliyên siyasî û hikûmetê.

Îro Înê13ê Tîrmeha 2018an jî ku li çend parêzgeh û bajarên başûrê Iraqê xwepêşandan heye, oldariya şîe li ser xwepêşandanên xelkê û hêrsbûna wan ji nebûna xizmetguzariyan û herwiha derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de peyamên xwe dan.