Hewlêr (Rûdaw)- Ji ber xirabiya keş û hewayê li bajarê Bexdayê, geştên asimanî di navbera Hewlêr û Bexdayê de rawestan.
Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji îro saet 6ê sibehê de nêzîkî 30 parlamenterên Kurd li balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê ne ji bo ku biçin Bexdayê û tevlî civîna îro ya Parlamentoya Iraqê bibin.
Lê ji ber xirabiya keş û hewaya Bexdayê, heta niha parlamenterên Kurd neçûne Bexdayê.
Parlamenterên Kurd niha li hotela Divan li Hewlêrê ne û li benda başbûna keş û hewaya Bexdayê ne da ku sefera xwe pêk bînin.
Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê ragihand ku ji ber nehatina parlamenterên Kurd, civîna îro ya Parlamentoya Iraqê ku biryar bû saet 11 destpêbike, heta piştî nîvro hat paşxistin.
Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku dibe ku civîna parlamentoyê îro neyê lidarxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse