Cucu li girtîgehê mir: Wezaretê daxuyanî da

13-05-2024
Nîşan Cucu Trans Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mirova trans Cucu li Bexdayê li girtîgehê canê xwe ji dest da.

Ebdula Ebdulemîr Ebdula zayenda xwe xwe guhertibû û wekî Cucu dihat naskirin.

Cucu bi eslê xwe Îraqî bû û welatiya Amerîkayê bû.

Cucu bi tohmetên wekî “birêvebirina toreke fihûşê” û “tacîzkirina siyasetmedar, rojnemeger û rayedaran” ji sala 2022yan ve girtî bû.

Berdevkê Wezareta Dadê ya Îraqê Ehmed Liêbî ragihand ku Cucuyê roja yekşemê li girtîgeheke li Bexdayê canê xwe ji dest daye.

“Bi carekê re ketiye û miriye”

Li gorî daxuyaniya Ehmed Liêbî, îro runiştina doza Cucuyê hebûye lê dema xwe amade dikir ku here dadgehê “bi carekê re ketiye û miriye.”

Mirina Cucuyê di çapemeniya Îraqê de gelekî hat nîqaşkirin.

Gelek aliyan got ku Cucu hatiye xeniqandin.

Ehmed Liêbî li ser van îdiayan da zanîn ku dê rastiya mijarê piştî rapora otopsiyê derkeve holê.

Piştî ku mijar gelekî hat nîqaşkirin Wezîrê Dadê yê Îraqê Xalîd Şiwanî biryar da ku lijneyeke lêkolînê were avakirin.

Cucu ji Amerîkayê hatibû Îraqê û sala 2022yan li Bexdayê hatibû girtin.

Ji ber tohmetên “fihûş” û “ tacîz”ê 15 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst