Gefên Kurdistanê wezîrê petrolê yê Iraqê tîne Hewlêrê

13-05-2015
RÛDAW
Nîşan Adil Ebdulmehdî Petrol Budce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî îşev Wezîrê petrolê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî dişne Hewlêrê, da ku ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirsgirêka budce di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj bikin.

Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê xwe Qubad Talebanî li Hewlêrê ligel nûnerên kurdan li Bexdayê civiyan, da ku pêgirî û pêbendiya Hikûmeta Ebadî bi rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de, gotûbêj bikin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Bexda naskiriye ku Herêma Kurdistanê cidî ye di yekalîkirina rêkeftina xwe ligel Bexdayê de, lewma Ebadî biryar daye ku îro Wezîrê Petrolê bişîne Hewlêrê û pirsgirêka budceyê û sedema neşandina pereyan ji Herêma Kurdistanê re zelal bike.

Hewlêr û Bexdayê li hev kiribûn ku, Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrol ji Bexdayê re hinarde bike û Bexda jî % 17 ji budceya Iraqê bide Herêma Kurdistanê. Hewlêr dibêje ev rojane 550 hezar bermîlan dişînin lê Bexda pereyan yan naşîne yan jî pir kêm dişne lewma em mûçeyê fermanberên xwe nadin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê duhî di civîna Encumena Wezîran de got, Bexda wisa hizir dike ku Herêma Kurdistanê bêçare ye lewma çi bixwaze dikare li ser wê bisepîne lê bila Bexda bizanibe ku rêkên din jî hene.

Di civînê de Serokwezîr Barzanî li ser rêkeftin û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê axivî û got, Hikûmeta Kurdistanê dixwaze rêkeftina navbera her du aliyan were bicîanîn lê eger Bexda rêkeftinê binpê bike divê hikûmet û partiyên siyasî li hev bicivin û biryareke siyasî li ser vê arîşeyê bidin û çareyekê ji kirîza darayî û aborî re bibînin.

Herwiha li gorî agahiyên Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî di civîna xwe de ligel nûnerên kurdan li Bexdayê ragihand ku, eger Bexda rêkeftina me binpê bike, Herêma Kurdistanê dê hizira serxwebûna aborî bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî li Ewropayê ragihand ku, eger Bexda girêdayî rêkeftinê nebe û pereyên Kurdistanê neşîne, dê Hewlêr bi awayekî rasterast petrola xwe bifroşe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst