Sûdanî armancên serdana Washingtonê eşkere kirin

13-04-2024
RÛDAW
Nîşan Mihemed Şiya Sûdanî Îraq Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku yek ji armancên serdana wî ya Amerîkayê, ragihandina bidawîbûna erka Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Îraqê ye.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro ragihand ku ew li ser vexwendina Serokê Amerîkayê Joe Biden bi şandeyeke hikûmetê, parlamentoyê û karsazan dê biçe Amerîkayê.

Sûdanî beriya birêketina xwe ya ber bi Washingtonê ve gotarek pêşkêş kir.

Ev yekemîn car e ku Sûdanî wekî Serokwezîrê Îraqê diçe Amerîkayê û biryar e bi serokê wî welatî Joe Biden re bicive.

“Em dixwazin reforman bikin”

Sûdanî da zanîn ku ev serdana wî ya Amerîkayê, ji bo pêşxistina pêwendiyên Amerîka û Îraqê ye û got:

"Armanca vê serdanê ew e ku pêwendiyên Amerîka û Îraqê bên wê astê ku xalên rêkeftina stratejîk werin bicihkirin.

Ev di bernameya hikûmeta me jî de heye.

Em dixwazin ku di warên aborî, banka û darayî de reforman bikin û bi welatên herêmê û cîhanê re hevkariyên aborî pêk bînin.”

“Em dê li ser zêdebûna aloziyan biaxivin”

Sûdanî amaje bi wê yekê kir ku bi Joe Biden re dê zêdebûna aloziya li Rojhilata Navîn jî gotûbêj bike û wiha dewam kir:

“Em dê di hevdîtina li gel Joe Biden de li ser rewşa herêmê, zêdebûna aloziyan biaxivin û em dê behsa hevpeymanên me bikin.

Bi taybetî piştî bûyerên 7ê Çiriya Pêşinê me girîngî da ku agirbest were ragihandin û şer bi dawî bibe û me xwest şer û alozî li Rojhilata Navîn mezintir nebin.”

“Ev hevdîtin gelekî girîng e”

Sûdanî eşkere kir ku armanca serdana wî ya ji bo Washingtonê, ragihandina bidawîbûna erka hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Îraqê ye û got:

“Di hevdîtina de em dê behsa xebata Lijneya Bilind a Serbazî ya di navbera Îraqê û Hevpeymaniya Navneteweyî de bikin.

Xebata wan beriya bi 2 mehan dest pê kiribû.

Ev hevdîtin gelekî girîng e, armanc ew e ku dema bidawîbûna erka hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî were diyarkirin û pêwendî di navbera Îraqê û welatên endamên Hevpeymaniya Navneteweyî de bên danîn.”

Biryar e Sûdanî li gel Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê û Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê, Şêwirmendê Encûmena Ewlehiyê ya Amerîkayê, Odeya Bazirganiya Amerîkayê, berpirsên kompanyayên petrol û pîşesaziyê yên Amerîkayê bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst