Mûsil (Rûdaw) – Piştî şerê giran ên çend rojan, hêzên iraqî xwe gihandine taxa Babil Top, kolana Heleb û Otêla Aşûr a li navçeya Mûsila Kevin.
Tîma Rûdawê kêlî bi kêlî şer û pevçûnên li kolanên teng ên taxa Babil Top, kolana Heleb û Otêla Aşûr a li navçeya Mûsila Kevin romal kir. Weke ku di dîmenan de jî tê dîtin, ji ber şer piraniya Mûsila Kevin wêran bûye. Bi mûşekên Kerak ên Artêşa Iraqê jî Otêla Aşûr hilweşiya.
Kolana Helebê berî yek ji xweştirîn kolana Mûsilê bû, niha tenê bêhna barûd û xwînê û wêneyê kavilkariya DAIŞê maye. Otêla Aşûr jî yek ji xweştirîn otêla Iraqê bû, lê niha wêran bûye.
Şer gihiştiye nav kolanên teng ên Mûsilê. Fermandarên iraqî dibêjin DAIŞ otomobîlên bombebarkirî naşîne van kolanên teng lê planên wan ên din hene.
Fermandarê Polîsên Federalî Kîfah Mezher ji Rûdawê re got; “Kolan çend teng bin, şer ew hinde girantir dibe. Ji ber ku DAIŞ xelkê sivîl jî bi bombe dike.”
Kamerayên Rûdawê ew avahiya bilind a ku DAIŞê xelk bi zindî ji wê derê diavête xwarê, tomar kir.
Zêdetirî 3 hefteyane operasyona rojavayê Mûsilê derst pê kiriye. Heta niha ji sedî 30ê vê rexê bajêr ji aliyê hêzên iraqî ve hatiye kontrolkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse