Hewlêr (Rûdaw)- Dîplomasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Bexdayê berdewam dike.
Nêçîrvan Barzanî doh êvarî çû Bexdaya paytexta Îraqê û tevlî civîna mehanê ya Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bû.
Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya ziyareta xwe ya li Bexdayê de bi gelek serkirde û siyasetmedarên Îraqê re civiya û civînên dualî pêk anîn.
Civîna yekem a Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re bû.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de bipêşketin û bûyerên nû yên li Îraq û herêmê hatine gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tekezî li ser girîngiya piştgirîkirina Hikûmeta Federal û serkeftina pêkanîna bernameya hikûmetê hatiye kirin, bi awayekî ku daxwazên welatiyên li seranserê welêt misoger bike.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di civînê de behsa mijarên xizmetguzariyên têkildarî berjewendiyên hevwelatiyan hatiye kirin.
Her wiha hat ragihandin ku hatiye gotûbêjkirin ku rêya herî baş a ji bo rêkxistina peymanan ên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li gorî bingehên destûr û yasayê ne.
Nêçîrvan Barzanî û Dr. Letîf Reşîd rewşa Îraqê gotûbêj kir
Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Serokkomarê Îraqê Dr. Letîf Cemal Reşîd jî re civiya.
Di civînê de rewşa siyasî, ewlehî û aboriyê ya welêt hat gotûbêjkirin û meaş û mafên karmend û malnişînên Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa siyasî, ewlehî û aborî ya welêt, têkiliyên di navbera desthilatên federal û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên herêmê hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du aliyan girîngiya berdewamiya diyaloga Herêma Kurdistanê û desthilatdarên federal, çareserkirina xalên nakok li gorî yasa û destûrê û dabînkirina meaş û mafên karmend û Herêma Kurdistanê tekez kirine.
Serokê Herêma Kurdistanê bi Ebdulsade El-Freycî re civiya
Li aliyê din, Serokê Herêma Kurdistanê bi Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Nehca Niştimanî Ebdulsade El-Freycî re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: "Di civînê de, rewşa giştî ya Îraqê hat nirxandin û tekezî li ser girîngiya xurtkirina hevkariya siyasî kirin, bi rengekî ku alîkariya bidestxistina aramî û pêşketinê li Îraqê bike."
Her du aliyan behsa rûdanên dawî yên herêmê û encamên wan kirin û li ser pêwîstiya pêşxistina hevkariyê di navbera aliyên siyasî de ji bo rûbirûbûna astengiyên heyî li hevbîr bûn.
Nêçîrvan Barzanî û Mendelawî: Mafên Herêma Kurdistanê divê bên mîsogerkirin
Di çarçoveya ziyareta xwe de Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Hevpeymaniya Esasê Muhsîn Mendelawî re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand:
"Di civînê de rewşa siyasî ya Îraqê û têkiliyên Herêma Kurdistanê yên bi desthila federal re hatin nirxandin û girîngiya hevkariya di navbera aliyên siyasî de ji bo xurtkirina aramiyê û pêkanîna geşepêdanê li Îraqê hat dubarekirin."
Wekî ku di daxuyaniyê de hatiye, her du aliyan li ser wê yekê lihev kir ku divê sererastkirina yasaya budceyê ya sala 2025an bi awayekî be ku hemû maf û heqên Herêma Kurdistanê û meaşên karmendên Herêma Kurdistanê bê pirsgirêk û bê astengî bên misogerkirin.
Di beşeke din a civînê de, behsa rewşa herêmê û bandorên wê yên li ser Îraqê hat kirin.
WÊNE- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Hevpeymana Dewleta Yasayê Nûrî Malîkî re civiya
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 13, 2025
📷 Serokatiya Herêma Kurdistanê pic.twitter.com/bb7mbWFwO1
Nêçîrvan Barzanî û Nûrî Malîkî: Pirsgirêk divê li ser bingeha destûrê bên çareserkirin
Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malîkî re civiya
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de xurtkirina hevpariya niştimanî û çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên navbera Hewlêr û Bexdayê li gorî destûra Îraqê hatin gotûbêjkirin û her du alî li ser girîngiya pabendiya bi destûrê ji bo misogerkirina mafê hemû pêkhateyên Îraqê li hev kirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Nûrî Malikî li ser pêwîstiya têgihiştinê, xurtkirina diyaloga siyasî di navbera hêz û aliyên Îraqî de û yekxistina hewlan ji bo rûbirûbûna astengiyên niha û pirsgirêkên li pêşiya welêt li hev kirin.
Di beşeke din a civînê de behsa pêşketinên herêmê, bi taybetî rewşa Sûriyeyê kirin. Her du aliyan amaje bi bandor û encamên rewşa Rojhilata Navîn a li ser Îraq û herêmê jî kirin û tekezî li ser girîngiya xebata hevpar a ji bo parastina aramî û seqamgîriya Îraqê kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan #Barzanî û Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd li Bexdayê li hev rûniştin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 13, 2025
📸Serokkomariya Îraqê pic.twitter.com/40HTox8IhW
Nêçîrvan Barzanî û Musenna Samerayî li hev civiyan
Di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê, Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokê Hevpeymaniya Ezimê re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, "Her du aliyan rewşa siyasî ya welat û çawaniya xurtkirina têkiliyên hikûmeta federal a Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nirxandin, bi awayekî ku alîkariya aramiya Îraqê bike û hevkariya ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêş bixe."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya çaksaziya yasaya budceyê û parastina mafên hemû pêkhateyên Îraqê û misogerkirina wekheviyê di navbera wan de kirin, bi awayekî ku pêkvejiyana aştiyane xurt bike û ruhê dadweriyê wekî ku di destûra Îraqê de heye bicih bike."
Di mijareke din a civînê de, rewşa herêmê hat gotûbêjkirin û her du aliyan tekezî li ser girîngiya berpirsyariya hevpar û hevahengî û hevkariya hemû hêz û aliyên Îraqî ji bo parastina aramî û seqamgîriyê kirin.
Nêçîrvan Barzanî û Serokê Dadgeha Federal: Nakokiyên li ser bingeha destûrê divê bên çareserkirin
Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokê Dadgeha Federal a Îraqê Casim Mihemed Ebûd re civiya.
Civîn li Dadgeha Federal pêk hat. Nêçîrvan Barzanî û Casim Mihemed Ebûd, girîngiya rola Dadgeha Federal di çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî spasiya rola girîng a Dadgeha Federal di encamdayîn û serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û alîkariya di çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de, bi taybetî di pirsa meaş û mafên darayî de kir.
Her wiha her du aliyan rola dadgehê di parastina pêvajoya demokrasiyê de bilind nirxand.
Wekî di daxuyaniyê de hatiye gotin, "Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya hevkariya di navbera dezgehên dadwerî û dezgehên federal û herêmî de kirin ji bo çareserkirina nakokiyan li ser bingeha yasayî û destûrî bi rengekî ku aramî û serweriya yasayê biparêze."
Nêçîrvan Barzanî û Dr. Heyder Ebadî: Pêşhatên li Îraqê gotûbêj kir
Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de bi Serokê Hevpeymaniya Nesrê Dr. Heyder Ebadî re civiya.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di çarçoveya bernameya serdana xwe ya Bexdayê de, bi Dr. Heyder Ebadî re rewşa Îraqê û pêşhatên Rojhilata Navîn gotûbêj kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di hevdîtinê de behsa xurtkirina hevkariya di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat kirin, her wiha tekezî li ser pêwîstiya karê hevbeş kirin ji bo çareserkirina pirsgirêkên niştimanî, bi awayekî ku aramiya welat û mafên hemû pêkhateyan misoger bike.
Di beşa dawî ya civîna Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî de, pêşhatên dawî yên herêmê û encamên wan û çend mijarên din hatin gotûbêjkirin.
Ji bilî Sûdanî, Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Dadgeha Federal a Îraqê û Serokê Parlamentoyê re jî civiya. Her îro, dê bi Letîf Reşîd, Serokkomarê Îraqê, Fayîq Zêdan, Serokê Desthilata Dadwerî û berpirsên din ên Îraqê re bicive.
Serokê Herêma Kurdistanê: Parlamento divê mafên pêkhateyan biparêze
Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Parlamentoya Îraqê Mehmûd Meşhedan re civiya.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêwendiyên Hewlêr û desthilatên federal hatin gotûbêjkirin û tekez li ser girîngiya xurtkirina hevkariyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên mayî li gorî destûra Îraqê hat kirin.
Her du aliyan li ser pêwîstiya pêşxistina hevkariya hevbeş li hev kirin, bi rengekî ku bibe alîkar ji bo aramî û pêşketina welêt.
Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser rola Parlementoya Îraqê ya bihêztirkirina diyaloga niştimanî û dabînkirina dadwerî û wekheviya tevahiya pêkhateyên gelê Iraqê û çareserkirina kêşeyên welat bi taybetî kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê da.
Di vê derbarê da Serok Nêçîrvan Barzanî ji Serokê Parlementoya xwest ku rola xwe di serastkirina yasaya bûdceya federalî ya sala 2025an da bilîze da ku dadperwerî di warê dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê da hebe.
Bi taybetî jî mijara dabînkirina mûçeyên mûçegirên Herêma Kurdistanê weke hemû Iraqê.
Di mijareke dina civînê de her du aliyan behsa pêşhatên deverê û Sûriyeyê de tekezî li ser hemahengiya di navbera hemû aliyan ya ji bo rûbirûbûna astengî û aloziyan kirin.
Nêçîrvan Barzanî û Fayiq Zêdan: Divê pirsgirêk bên çareserkirin
Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya ziyareta xwe ya Bexdayê de îşev bi Serokê Encûmena Dadweriyê ya Îraqê Fayîq Zêdan re civiya.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de her du aliyan li ser rewşa giştî ya Îraqê û girîngiya rola dezgeha dadwerî di çareserkirina pirsgirêkan de, bi taybetî pirsgirêkên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, nêrînên xwe parve kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya rola Encûmena Dadwerî ya Îraqê ji bo misogerkirina dadperweriyê û çareserkirina nakokiyan bi awayê ku xizmeta berjewendî û aramiya welêt bike, bi pêbendî bi destûr û yasayên heyî ve kir.
Her wiha hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî spasiya Encûmena Dadweriyê û dezgeha dadwerî ya Îraqê kir ji bo piştgirî û serkeftina hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê û pesna kar û rola Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê kir.
Her wiha xwest kir ku dezgeha dadwerî rola xwe di misogerkirina maf û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê de bilîze.
Fayîq Zêdan li ser girîngiya serweriya qanûnê di çareserkirina pirsgirêkên niştimanî de tekez kir û amaje pê kir ku desthilata dadwerî her dem hewl dide ku bibe faktoreke nêzîkbûna aliyên cuda û çareserkirina pirsgirêkan.
Nêçîrvan Barzanî û Hadî Amirî li hev civiyan
Nêçîrvan Barzanî îşev bi Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedrê Hadî Amirî re civiya.
Li gorî daxuyaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de hevkariyên siyasî û ewlehiyê yên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin nîqaşkirin û tekezî li ser "girîngiya karê hevbeş ji bo rûbirûbûna wan astengiyên ku ji bo Îraqê derketine" hat kirin.
Her wiha li ser xurtkirina diyaloga di navbera hemû aliyên siyasî de tekezî hat kirin ji bo bidestxistina dîtineke niştimanî ya hevbeş ku xizmeta aramî û pêşketina welêt bike.
Her wiha hat gotin ku "her du alî li ser girîngiya berdewamiya hevkariya hevbeş û hevahengiya di navbera aliyên Îraqî de li hev kirin ji bo misogerkirina lihevkirinê û xurtkirina giyanê niştimanî û çareserkirina nakokiyan bi awayekî ku berjewendiyên gelê Îraqê bi hemû pêkhateyên wê ve biparêze."
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku pêşhat û guherînên dawî yên rewşa herêmê, bi taybetî guherînên Sûriyeyê û bandora encamên wan, li gel çend mijarên din ên girîng ên hevbeş, mijareke din a civînê bû.
Nêçîrvan Barzanî bi Emar Hekîm re civiya
Di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îşev bi Serokê Tevgera Hîkmeta Niştimanî ya Îraqê Emar Hekîm re civiya.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de girîngiya xurtkirina têgihiştina niştimanî ya di navbera aliyên siyasî yên Îraqê û pêwîstiya karê hevbeş hat gotûbêjkirin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo misogerkirina beşdariya hemû pêkhateyên welat di pêvajoya siyasî û rêvebirina karûbarên welat de.
Her du aliyan li ser girîngiya pabendiya bi destûrê ve wekî bingehek ji bo çareserkirina pirsgirêkên nakokî û bidestxistina dadmendiyê di navbera pêkhateyên welat de hevnêrîn bûn."
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin, "Her du aliyan tekezî li ser girîngiya yekxistina hewlan kir ji bo derbasbûna astengiyên siyasî û aborî yên li pêşiya welat, li gel tekezîkirina li ser avakirina dîtineke yekgirtî ku piştgiriya aramî û pêşketina Îraqê bike."
Serokatiya Herêma Kurdistanê radigihîne, di mijareke din a civînê de, behsa pêşketinên herêmê kirin û tekezî li ser pêşxistina hevkarî û hevahengiya hevbeş a aliyên siyasî kirin ji bo rûbirûbûna bandorên wan ên li ser welat.
Nêçîrvan Barzanî bi Xemîs Xencer û Qeys Xezelî re civiya
Nêçîrvan Barzanî Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Şêx Xemîs Xencar re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku di civînê de "girîngiya xurtkirina hevpariya niştimanî di navbera hemû pêkhateyên gelê Îraqê de hat gotûbêjkirin.
Her wiha tekezî li ser pêwîstiya parastina mafên herkesî û misogerkirina beşdariya wan di jiyana siyasî û birêvebirina welat de hat kirin.
Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan nêrînên xwe li ser astengiyên niha yên li pêşiya Îraqê guhertin.
Di civînê de her du aliyan xurtkirina diyalogê di navbera aliyên cuda de ji bo derbasbûna ji nakokiyan û bidestxistina aramî û pêşketinê, wekî pêwîst dîtin.
Rûdanên dawî yên herêmê û bandora wan li ser Îraqê û girîngiya hevahengiya hevbeş ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan, aliyekî din ê civînê bû.
SerokêHerêma Kurdistanê li Bexdayê bi Qeys Xezelî Sekreterê Giştî yê Esayib Ehlî Heq re civiya.
Di civînê de her du aliyan tekezî li ser girîngiya xurtkirina hevkariya navbera hemû aliyên Îraqî kir ji bo parastina ewlehî û aramiya welat.
Her wiha pêwîstiya xebata hevbeş ji bo parastina Îraqê ji bandorên rewşa herêmê jî hat gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan li ser girîngiya dûrxistina Îraqê ji nakokiyên herêmê û girîngiya yekrêziya niştimanî ji bo rûbirûbûna astengiyên navxweyî û derve jî lihevkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse