Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi rayedarên Îraqê re civiya: Rojev ewlehî û mûçe bûn

13-01-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Bexdayê çend hevdîtinên girîng bi rayedarên Îraqê re pêk anîn.

Nêçîrvan Barzanî li Bexdaya paytexta Îraqê bi amadebûna gelek berpirsan beşdarî merasîma bibîranîna 21emîn salvegera kuştina Mihemed Baqir Hekîm bû.

Nêçîrvan Barzanî piştî merasîmê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Encûmena Bilind ya Dadwerî ya Îraqê Fayeq Zêdan, Serokê Partiya Teqedûmê Mihemed Helbûsî, Serokê Esaîbî Ehlî Heqê Qeys Xezalî û çend kesên din re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî hevdîtinan daxuyanî da.

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şîya Sûdanî civiyan

Di civînê da rewşa siyasî û ewlehî ya Îraqê, pêşhatên dawî yên navçeyê û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Barzanî û Sûdanî tekezî li ser wê yekê kirin ku divê aştî, aramî û serwerî li welat were parastin û Îraq ji pirsgirêk û nakokiyên navçeyî dûr bê xistin.

Herwiha di hevdîtinê de pêngavên hevbeş ên hikûmetên Herêma Kurdistanê û Îraqê ji bo çareserkirina bûdce, mûçe, hinartina petrolê û pirsgirêkên din ên îdarî, darayî û aborî hatin gotûbêjkirin.

Serkirdeyan amaje bi wê yekê jî kir ku divê pirsgirêk li gorî destûrê bên çareserkirin û diyar kirin ku ew li ser heman nêrînê ne ku welatiyên Herêma Kurdistanê ji vê rewşê zirarê nebînin.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir “Divê çareseriyeke dawî ji bo mijara mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê hebe û bi mijarên din re neyê tevlihevkirin.”

Li aliyê din Ofîsa Mihemed Şiya Sûdanî jî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku her du aliyan li ser çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li gorî destûrê gotûbêj kirine.

Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Encûmena Bilind ya Dadwerî a Îraqê re civiya

Di civîna Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Îraqê Fayeq Zêdan re behsa arîkariya navbera desthilatdariya dadwerî ya Îraqê û Herêma Kurdistanê û pêwîstiya parastina aramî û seqamgîriyê kirin.

Her du aliyan tekezî li ser rol û pêgeha desthilatdariya dadweriyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên welat kir.

Herwiha behsa êrişên ser şandên dîplomatîk û hêzên hevpeymanan û armanckirina Pêşmerge jî hat kirin.

Her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku  divê aramî û asayîşa welat bê parastin û Îraq nekeve nav pirsgirêk û nakokiyên navçeyê.

Herwiha her du aliyan armanckirina Pêşmerge wekî metirsî li ser aramî û seqamgîriya welat bi nav kir.

Serok Nêçîrvan û Qeys Xezalî pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin

Di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de, Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Esaîbî Ehlî Heqê Qeys Xezalî re jî civiya

Nêçîrvan Barzanî û Qeys Xezalî di civînê de rewşa siyasî û ewlehiya Îraqê gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya parastina aramî û seqamgîriya welat û dûrxistina Îraqê ji nakokiyên herêmî kirin.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî û  Qeys Xezalî pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêjkirin û piştevaniya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalog nîşan dan.

Hilbijartinên encûmenên parêzgehên Îraqê û pêwendiyên Îraqê bi welatên herêmê û cîhanê re mijarên din ên civînê bûn.

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî Madeya 140î nirxand

Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Partiya Teqedûmê Mihemed Helbûsî re jî hevdîtinek pêk anî.

Di wê civînênê de jî rewşa siyasî û ewlehiya Îraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina kêşeyên di navbera wan da hatin gotûbêjkirin.

Her du alî, li ser girîngiya hevkariya di navbera aliyên siyasî de ji bo rûbirûbûna aloziyên niha û parastina aramiya siyasî li welat û dûrketina welat ji aloziyên navçeyê, hemfikir bûn.

Encamên hilbijartinên encumenên parêzgehên Îraqê û deverên Madeya 140î ya destûrê jî hatin gotûbêjkirin.

Rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de neçarî ye”

Nuri el Maliki / Rûdaw

Serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî El Malikî û Nêçîrvan Barzanî jî li Bexdayê civiyan.

Malikî piştî hevdîtinê bersiva pirsên rojnamegeran dan.

Malikî diyar kir ku çareseriya pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de “Ne mijara armancê ye, neçariyek e.”

Serokê Koalîsyona Dewleta Qanûnê Nurî Malikî anî ziman ku çaresernekirina pirsgirêkan dê ne li gorî berjewendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê jî be.

Malikî eşkere kir ku bi Serok Nêçîrvan Barzanî re proseya siyasî, pêwendiyên dualî û rewşa ewlehiya Herêma Kurdistanê û Îraqê gotûbêj kirine.

Serokwezîrê berê Malikî got:

“Me li ser avakirina welatekî aram û parastina Îraqê ji hemû alozî û pirsgirêkên ewlehiyê li hev kir.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî hevdîtina Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî El Malikî daxuyanî da.

Serokatiyê di daxuyaniyê de got:

“Di çarçoveya parastina maf û desthilatên hemû pêkhateyan de, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û hevdîtinên Hikûmeta Federal a Îraqê û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.”

Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Amarîkayê ya Bexdayê civiyan

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê,  Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê Romanowaski civiyan.

Serokatiyê diyar kir ku her du aliyan pêşveçûnên siyasî, rewşa ewlehiyê ya Îraqê, peywendiyên Bexda- Hewlêrê, çareseriya pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê de gotubêj kirin.

Herwiha hat gotin ku geşedanên li herêmê û encamên ku dê bi xwe re bîne hatin nirxandin.

Aliyan di mijarên parastina aramî, aşitî û astengkirina aloziyan de li hev kirin.

Serokatiyê diyar kir ku pêwendiyên Amarîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistnê re, herwiha mijarên di berjwendiya her du aliyan de jî hatin gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst