Cenazeyên 171 şehîdên Enfalê tên Kurdistanê

13-01-2024
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Enfalê Kurd Semawa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyên 171 şehîdên Komkujiya Enfalê ku di serdema rejîma Beasê ya Îraqê de li dijî Kurdan pêk hat, dê bînin Herêma Kurdistanê û werin veşartin.

Raporên DNAyê yên 171 şehîdên Enfalê ku sala 2019an ji goreke komî li çola Semawayê ya başûrê Îraqê hatibûn derxistin, temam bûn.

Îro li Bexdayê ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Îraqê ve merasîmeke taybet ji bo şehîdan hat lidarxistin.

Hevjîna Serokkomarê Îraqê Abduletîf Reşîd, Şanaz Îbrahîm Ehmed, parlamenter û xizmên şehîdan beşdarî merasîmê bûn.

Cenazeyên şehîdan dê bînin Herêma Kurdistanê û werin veşartin.

Xizmên şehîdên Enfalê ji Nûçegihanê Rûdawê re axivîn û wan xwest ku gorên din ên komî bên vekirin û çarenivîsa kesên winda diyar bibe.

Bi tesadufî hatin dîtin

Tebaxa 2019an li herêma Tel Şêxayê ya bajarê Semawayê yê Îraqê bahozek rabû û piştre cil û bergên kevn û parçeyên hestiyan derketin holê.

Li ser agahdarkirina şêniyên herêmê, şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî çûbû herêmê û di kolandinê de 3 gorên komî hatibûn dîtin.

Di encama lêkolînan de derket holê ku hestiyên 171 kesan in ku piraniya wan jin û zarok in.

Hestiyên ku ji çola Semawayê hatibûn komkirin radestî Saziya Bijîşkiya Dadî ya Bexdayê hatibûn kirin.

Di Komkujiya Enfalê ya di navbera salên 1980-1988an de zêdetirî 182 hezar Kurd hatin qetilkirin ku piraniya wan ji herêma Germiyanê bûn.

Heta niha nêzîkî 4 hezar cenazeyên şehîdan li Herêma Kurdistanê hatine vegerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst