VIDEO - Bi mûşekan êrişî Balyozxaneya Amerîkayê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Peyamnêrê Rûdawê ragihand, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê, rastî êrişên bi mûşekan hat. Di wê êrişê de 2 sivîl birîndar bûn.

Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê, îro di saetên êvarî de 3 mûşek arasteyî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Navçeya Kesk a Bexdayê hatin kirin.

Sîstema dije mûşek

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, 2 ji wan mûşekan ku arasteyî balyozxaneyê hatibûn kirin, ji aliyê sîstema dije mûşek ve hatin xistin.

Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê jî ragihand, ji ber wê êrişa bi mûşekan, keçek û jinek ku li dibistanekê bûn, birîndar bûn.

Daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê

Balyozxaneya Amerîkayê jî derbarê êrişa bi mûşekan de daxuyaniyek belav kir û ragihand, balyozxane “ji aliyê grûpên terorîst ve rastî êrişê hatiye ku hewl didin (ew grûp) asayiş, serwerî û peywendiyên navdewletî lawaz bikin.”

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bibîr dixe, ku êrişên bi vî rengî “ne tenê bo ser cihên dîplomatîk in, lê bo ser serweriya Iraqê ne.”