Berhem Salih bû berbijêrê Serokomariya Iraqê

13-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomerê niha yê Iraqê Berhem Salih, bi fermî berbijêriya xwe careke din ji bo postê Serokomariya Iraqê ragihand. Pêştir jî Endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî, berbijêriya xwe ji bo postê Serokomariya Iraqê ragihandibû.

Çavkaniyek ji Ofîsa Ragihandina Serokomarê Iraqê Berhem Salih ji Rûdawê re ragihand ku Salih careke din bûye berjiêrê posta Serokomariya Iraqê.

Herwiha Sekreterê Giştî yê Parlamentoya Iraqê Sîrwan Sîrînî jî Rûdawê re piştrast kir ku Berhema Salih weke fermî xwe ji bo posta Serokomariya Iraqê kiriye berbijêr û  got: “Berhem Salih îro Pêncşemê serdana parlamentoya Kurdistanê kir û forma xwe ya hilbijartinê tijî kir.”

Berhema Salih çaremîn kurd e ku bi awayekî fermî xwe ji bo posta serokomariyaê kiriye berbijêr. Îro sibê Lêtif Reşîd ji bo heman postê xwe kiribû berbijêr û duh jî Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî kiribû. Herwiha Xalid Şêx Sadiq ku weke kesayetekî serbixwe jî xwe kiriye berbijêr.

Roja Duşemê, Encûmena Nûneran a Iraqê derî ji bo xweberbijêrkirina posta serokomariyê vekir û  6 merc ji bo wan kesan danîn ku dixwazin bibin berbijêrên postê serokomariya Iraqê.

Parlamentoya Iraqê divê di nava mehekê de deng li ser berbijêran bide û serokomarê nû diyar bike. Serokomar jî dê erkê pêkanîna kabîneya hikûmetê bide berbijêrê serokwezîriyê yê ku ji aliyê Şîeyan ve hatiye diyarkirin û ew berbijêr jî divê di nava mehekê de kabîneya xwe pêşkêşî parlamentoyê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst