Komîsyona hilbijartinan a Iraqê bo hilbijartinên encûmenên parêzgehan daxwaza diyarkirina demê dike

13-01-2019
RÛDAW
Nîşan Komîsyona hilbijartinan a Iraqê، ‌ilbijartinên encûmenên parêzgehan، ‌Hikûmet Parlamento
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê daxwaz ji parlemanto û hikûmeta wî welatî dike, demeke nû bo birêveçûna hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê destnîşan bikin. Herwiha komîsyona hilbijartinan bi merc rojek bo wan hilbijartinan pêşniyar kiriye.

 

Komîsyona Hilbijartinan di nivîsekê de ku ji serokayetiya parlemana Iraqê re şandiye,têde xwestiye ku 9ê meha 11 sala 2019  bo birêveçûna hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê destînşan bike

 

Endameka komîteya yasayî ya parlamnetoya Iraqê ragihandiye, komîsyona hilbijartinan bi merc roja hilbijartinên civata parêzgehan pêşniyaz kiriye û dixwaze meha 11ê hilbijartin birêve biçin lê merceke wan heye.

 

Almas Fazil ji tora medyayî ya Rûdawê re da xuyakirin, komîsyonê pêşniyar kiriye, roja 16 meha 11an a îsal (2019) hilbijartina civatên parêzgehan bêne encamdan, lê pêwîst e heya meha Sibatê yasa bê sererastkirin.

 

Bi gotina Almas Fazil, ew mercê komîsyona bilind a hilbijartinan merceke giran e û parlamanto nikare di vê dema kurt de vê yasayê sererast bike, herwiha daxwazê dikin civata qezayan neyê hilbijartin, ji ber ku pirsgirêk têde heye.

 

Almas Fazil herwiha da xuyakirin, komîsyonê daxwaz kiriye ku bûdceya pêwîst bo wan bê dabînkirin ,lê ew yek nabe pirsgirêk ji ber ku hikûmet dikare budceyê bo wan dabîn bike.

 

Berê 22ê meha 12 sala 2018an weke dema birêveçûna hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê hatibû destnîşankirin, lê komîsyona hilbijartinan ragihandibû, ku ji ber cemidandina komîsyinê ji aliyê hikûmetê ve û ji ber hilbijartinên parleman, hilbijartinên encûmenên xwecehî di dema xwe de birêve neçûn.

 

Hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê, çar sal carekê birêve diçe û tenê li parêzgeha Kerkûkê ji sala 2003ê ve û heta niha yek car hilbijartin hatiye kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst