Ji xelkê Rûmadî banga bilez

12-12-2015
RÛDAW
A+ A-

Enbar (Rûdaw)- Malbatên nava bajarê Rûmadî yê parêzgeha Enbarê ku niha di destê DAIŞê de ye û hêzên Iraqê ew dorpêç kirine, bangeke bilez kirin.

Peyamnêrê Rûdawê ji Enbarê ragihand: “Hêzên Iraqê top û bombe û rokêtan davêjin ser taxên Rûmadî ku bi hezaran malbat tê de ne.”

Li gorî peyamnêrê Rûdawê, “Ew malbatên nava bajêr banga rawestana wan topbaranan û bihewarçûna wan dikin.”

Peyamnêrê Rûdawê wiha got: “Duhî bi dehan malbatên nava Rûmmadî bûn armanca hêzên Iraqê, herwiha kêm ji wan topan li çekdarên DAIŞê ketin.”

Beriya demekê hêzên Iraqê bang li xelkê Rûmadî kirin ku ji bajêr derkevin, lê derneketin, ji ber ku çekdarên DAIŞê rê nedan wan ku ji nava bajêr derkevin.

Niha piştî ku hêzên Iraqê bajêr didin ber top û ew top û bombe li xelkê dikevin, malbat daxwaz dikin ji bajê derkevin, lê dîsa çekdarên DAIŞê nahêlin û gefa kuştinê li wan dixwin.

Bajarê Rûmadî ku navenda parêzgeha Enbarê ye û piraniya xelkê wê parêzgehê sunî ne, niha di bin dorpêçiya hêzên Iraqê de ye û ew hêz dixwazin wî bajêrî ji destê DAIŞê derxînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst