Wezareta Derve ya Iraqê bo Rûdawê: Ji bo vegera koçberan me dest bi nivîsandina navan kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê, Ehmed Sehaf ragihand, Balyozxaneya Iraqê ya li Moskowê li ser daxwaza Wezîrê Derve Fuad Husên dest bi nivîsandina navên wan koçberan kiriye, ku li Belarusê ne û dixwazin vegerin Iraqê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê, Ehmed Sehaf şeva Pêncşemê ji Rûdawê re ragihand, Wezareta Derve li gel Hêla Asmanî ya Iraqê hevanegiyê dike, da ku wan koçberên ku li Belarusê ne û dixwazin paşde vegerin, wan vegerînin Iraqê.

Ehmed Sehaf diyar kir, di demên bihorî de jî Wezareta Derve ya Iraqê ji bo vegerandina koçberan hewlên xwe dabûn û da xuyakirin, di çend mehên derbasbûyî de bi sedema wan hewldanan, wan kariye ku sedan koçberan vegerînin Iraqê.

Sehaf destnîşan kir, amareke hûr û dirist derbarê wan koçberên Iraqî de ku li sînorê di navebra Belarus, Polanda, Lativiya û Lîtwanya de asê mane, li ber destê wan nîne, lê belê heya 31ê Îlona îsal 571 kesan bi awayekî fermî daxwaza mafê penaberiyê li Polanda kirine ku di 8 kampan de bicih bûne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê herwiha got, torên ku qaçaxiya mirovan dikin, karekî metirsîdar dikin û hana hejmareke zêde ya koçberan didin daku berê xwe bidin welatên Ewropayê, ew yek jî bûye sedema dilgiraniya welatên Yekîtiya Ewropayê, lewra jî em dibînin welatên Ewropayê red dikin koçber bi awayê neyasayî biçin nav axa wan û rêkarên xwe tund kirine.

Bi gotina Ehmed Sehaf, hikûemta Iraqê dest bi hinek gavan kiriye ,ji bo ku dawiyê li koça welatiyên xwe bîne, weke girtina Balyozxaneya Şanaziyê ya Belarusê li Iraqê, da ku xelk nikaribin vîzayê werbigirin, herweha geştên asmanî yên Hêla Asmanî ya Iraqê bo Belarusê hatine rawestandin, tenê geştên vegerê ji wî welatî berdewam in, herweha rêkarên nû hatine wergiritn derbarê wan kesên ku dixwazin geştê bikin, weke wergirtina pereyan ji bo piştrastbûnê ji vegera wan.

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê ji Rûdawê re diyar kir, ku ew agahdarî rewşa zehmet a koçberên asêmayî yên li ser sînorê Belarus-Polanê ne û tekez kir, Bexda dê xebatên ciddî bike daku jiyana welatiyên xwe yên koçber biparêze û dê hewl bide wan vegerîne welat.

Ehmed Sehaf amaje bi wê yekê jî kir, ku komîteyek di nav Wezareta Derve de hatiye avakirin ku çavdêriya rewşa koçberên li ser sînorê Belarusê dike. Sehaf got, Balyozxaneya Iraqê ya li Moskowê ji roja Pêncşemê ve dest bi tomarkirina navên wan kesan kiriye ku dixwazin vegerin Iraqê û kesên ku pasporta xwe winda kiribin, ew dê pasporta demkî bidin wan daku bikarin vegerin.