Xwest pitika xwe ya 6 rojî bifiroşe: Telefoneke iPhone xwest

12-10-2023
RÛDAW
Nîşan Îraq Zarok Telefon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Îraqê zilamekî, dema xwest pitika xwe ya 6 rojî, beramberî telefon û pereyan bifiroşe hat girtin.

Dezgeha Îstixbarat û Lêkolînên Federal a Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ragihand ku duh dema kesekî dixwest pitika xwe bifiroşe hatiye astengkirin.

Li gorî daxuyaniya îstixbaratê, wî kesî dixwest pitika xwe ya 6 rojî, bi 15 hezar dolar û telefoneke iPhone bifiroşe.

Di heman demê de hat diyarkirin ku gumanbar sewqî dadgehê hatiye kirin.

Li gorî xala 6an ya “Qanûna astengkirina bazirganiya mirovan” ku sala 2012an ji aliye parlamentoya Îraqê ve hatiye erêkirin, kesên ku bazirganiya mirovan dikin cezayê heta hetayî li wan tê birîn.

Herwiha 15–25 milyon dînar wekî ceza li wan tê birîn.

Li gorî raporên Rewangeha Îraqî ya ji bo Qurbaniyên Bazirganiya Mirovan, tenê di salekê de li Bexdayê 28 sûcên bazirganiya mirovan hatine tomarkirin.

Ev bazirganî bi armancên cuda yên wekî parsekî, seks û firotina lebatên mirovan tên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst