YE: Tevî pirsgirêkan hilbijartinên Iraqê baş birêve çû

12-10-2021
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Iraqê Viola von Cramon Domènec Ruiz Devesa Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka şanda Yekîtiya Ewropayê ya çavdêriya hilbijartinên parlementoya Iraqê got ku dengdan bi gelemperî baş birêve çû lê di derbarê kêmbûna rêjeya beşdariyê û azadiya çapemeniyê de hin nîgeraniyên xwe anî ziman.

Seroka şanda Yekîtiya Ewropayê ya çavdêriya hilbijartinên parlementoya Iraqê Viola von Cramon di derbarê hilbijartinan de îro li Bexdayê civîneke çapemeniyê li dar xist û tê de got “Tevî dijwariyên di warê wekheviya ji bo berbijêran û aliyên pirsgirêk ên çarçoveya qanûnî de, hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê yên sala 2021an ji aliyê teknîkî ve baş birêve çûn û pêşbaz bûn.”

Herwiha Viola von Cramon got “ Roja hilbijartinê dengdan bi piranî aştiyane û birêkûpêk bû. Hilbijêr dikaribûn bi serbset daxwaza xwe eşkere bikin, lê beşdarbûn kêm bû.”

Cramon diyar kir ku kampanya bi gelemperî bi dadperwerî hate meşandin û axaftina xwe wiha berdewam kir "lê azadiya medya û derbirînê di dema kampanyayê de bi tevahî nehat parastin, ji ber ku hin rojnamevanan gef xwarin û bi cezayên girtîgehê yên dirêj hatin mehkûm kirin û gelek kanalên televîzyonê bi demkî hatin girtin."

Serokê delegasyona Parlementoya Ewropayê Domènec Ruiz Devesa jî diyar kir ku beşdarbûn kêm bû û wiha got “Bi taybet di nav ciwanan de, nîşaneke ku baweriya bi siyaseta Iraqê kêm dibe.”

Domènec Ruiz Devesa ji parlementoya nû xwest ku "bi rengek çalak bi civaka sivîl re mijûl bibe û pirsgirêkên welatiyan çareser bike."

Nêzîkî neh mîlyon Iraqî ku dike ji sedî 41 dengdêrên tomarkirî, di hilbijartinê de deng dan. Gelek hilbijêr li malê man û yên din jî pusulaya dengên xwe xera kirin. Hilbijartin li ser xwepêşandanên ku giliyê gendelî û neşarezayî di nav çîna serdest û pergala siyasî de dikin, hate kirin. Hin partî û dengdêran, ji ber ku ditirsin ku dengdan guheztinek rastîn pêk neyîne, banga boykotê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst