Agir bi nexweşxaneyeke Corona ya Iraqê ket: 20 mirî

12-07-2021
RÛDAW
Aliyên peywendîdar hewl didin agir kontrol bikin
Aliyên peywendîdar hewl didin agir kontrol bikin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Iraqê agir bi Nexweşxaneya Husên ket ku taybet bo nexweşên coronayê hatiye veqetandin. Li gor agahiyên destpêkê herî kêm 20 kes şewitîne.

Berdevkê Tendirustiya Iraqê Emar Zamlî ji Rûdawê reragihand ku di şewata Nexweşxaneya Husên a Nasiriyeyê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Emar Zamlî herwiha diyar kir ku rewşa tenduristî ya hin nexweşan ne baş e.

Wezareta Navxweyîya Iraqê jî  daxuyannek belav kir û tê de da xuyakirin, ku tîmên bergirîyê hewl didin agirê nava nexweşxaneyê kontrol bikin. 

Bêtirî 50 nexweşên corona li nexweşxaneya Husên a li Nasirîye dimînin. Li gorî agahiyên destpêkê, teqîna tupên oksîjenê sedema şewata li nexweşxaneyê ye.

Aliyên peywendîdar ên bajêr jî hewl didin kesên li nexweşxaneyê rizgar bikin.

Li gorî rêveberiya parastina sivîl her îşev li bazareke navçeyaê Sedr a Bexdayê şewat derket û tîmên wan agir kontrol kirin.

Îro di saetên sibê de agir bi qata çarem ya avahiya Wezareta Tendirûstiyê ya Iraqê ketibû.

Berdevkê Wezareta Tendirustî û Jîngehê ya Iraqê Seyf Bedir ji çapemeniya fermî ya Iraqê re wiha got: “Tîmên parastina sivîl karîn şewata ku di avahiya wezareta me de derketî kontrol bikin û ti ziyaneykî canî çênebûn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst