Zarokên Bexdayê ji ber germahiyê bê cil û berg in

Bexda (Rûdaw) – Germahiya Bexdayê gihiştiye 50 pileyan, şiyana karkirina berdewam a jenaratorên elektrîkê tine û hatine girtin, zarok li nav malê ji ber germahiyê bêzar bûne û derketine kolanan, hinek ji wan ji ber germahiyê cil û bergên xwe derxistine.

 

Dikandarê bi navê Kazim Mizelî li nav dikana xwe ya biçûk ku li taxeke hejarnişîn a paytexta Iraqê ye, baweşînê li xwe dike û biryar daye ku êdî ti kelûpeleke ku pêwîstiya wê bi sarkerê heye, neyne. Ji ber ku rojane ji heşt demjimêran kêmtir elektrîka niştimanî heye û ew jî kêm kêm tê dayîn.

 

Kazim Mizelî dibêje: “Dema hewa sar dibe, sê – çar demjimêr elektrîk tê, lê dema hewa germ dibe, du demjimêr elektrîk tê û diçe, piştî sê – çar demjimêran cardin tê, rewşa me xirab e.”

 

Parlamento ji bo başkirina elektrîkê zextê li hikûmetê dike, lê hêj xelk ji destê tinebûna elektrîkê dinale, Saîrûna Muqteda Sedr nivîsek ji Serokê Parlamentoyê re şandiye, daku lêkolîn li ser her şeş wezîrên berê yên Wezareta Elektrîkê û cîgirên serokwezîr ên ji bo karûbarên enerjiyê dest pê bikin û jidestdana milyonan dolaran li sektora elektrîkê lêkolîn bikin.

 

Endamê Hevpeymaniya Saîrûn, Sebah Sadî dibêje: “Pirsgirêka enerjiya elektrîkê weke pirsgirêkeke sereke tê dîtin, hikûmet yek li pey yek, ji sala 2003an heta niha çareseriyeke bingehîn a elektrîkê nekiriye, pirsgirêka Iraqê dabînkirina pere û dahat nîne, pirsgirêk di îdarekirina dahat û çawaniya plandanîna rast e ji bo îdarekirina saziyan.”

 

Veberhênerên Kurdistanê bûne sedema dabînkirina zêdetirî sê hezar megawatt elektrîk bo bajarên Iraqê, lê dijayetîkirina wan ji aliyê hikûmetê ve û partiyên ji destê wan çûyî, astengeke mezin çêkirine.

 

Endamê Lijneya Petrol û Enerjiyê Rêbwar Teha dibêje: “Beşeke wê yekê ku divê ez behsa wê bikim, ku bûye sedema berhemanîna elektrîkê li van deveran, veberhênerên Kurd in ku ji Kurdistanê hatine Iraqê û li ser wê yekê kar kirine ku Iraq ji tecrubeya Herêma Kurdistanê sûdê werbigre, lê em dibînin dijayetiya wan tê kirin.”

 

Ji sala 2003an ve hikûmeta Iraqê 50 milyar dolar ji sektora elektrîkê xerc kiriye û tenê xwedî 18 hezar megewatt elektrîk e, di demekê de li gor standartên navdewletî, li hember xerckirina milyarek dolar, divê hezar megawatt elektrîk were dabînkirin.