Milîsên şîe zeviyên kurdan dişewitînin

 

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê kurd ê Iraqê Şaxewan Ebdullah eşkere kir ku milîsên şîe yên Iraqê, li bajarê Seidiye yê girêdayî parêzgeha Diyale ya Iraqê, zevî û baxên kurdan dişewitînin û wan ji deverê derdixin.

Parlamenterê kurd Şaxewan Ebdullah ji Rûdawê re got, milîsên şîe duh êvarê bax û zeviyên kurdên devera Seidiyê şewitandin û zirarek mezin li wan dan.

Şaxewan Ebdullah diyar kir ku milîsên şîe yên Iraqê pir ji çekdarên DAIŞê xirabtir in û got, ew dixwazin bi rêya tirsandin, şewitandina mal û milkên Kurdan, kurdan ji wê deverê bidin barkirin.

Di heyama çend mehên borî de jî milîsên şîe zêdetirî 500 malên kurdên Seidiyê teqandibûn.